ManşêtNûçe

Binpêkirinên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirî di Roja Mafên Mirovan a Cîhanî

Bi beşdariya gelek rêxistinan, bi dehan ji endamê rêxistina mafên mirovan li Cirîrê li ber navenda komîsyona neteweyên Yekbûyî li Qamişlo civiyan.

Bi bûneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî daxuyaniyek hat weşandin, di naveroka daxuyaniy de wiha hat xwendin:

Tirkiya bi navê kaniya Aştiyê ya ku bû sedema koçberkirina gelek ji nişteciyan hemleya leşkerî destpêkir.

Di daxuyanî de hijmara binpêkirinên ku di operasyona Kaniya Aştiyê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin eşkerekir

Daxuyanî daxwaz kir: Divê Neteweyên Yekbûyî berpisyar bin, û bixebitin li ser bidawîkirina dagirkirina Tirk ji xaka Sûrî re û rawistandina dodar ya agirbest, her wiha lêpirsînek serixwe li ser bipêkirinên ku li bajarê SerêKaniyê, Girê Spî û Efrînê qewimîya û diqewima were vekirin, û sûcdaran bînin dadgehên navneteweyî yên girîdayî berçavgirtina sûcên şer, û misogerkirina vegera koşberan li bajar û gundên xwe bi dest bixin, û tezmînata ji bo kesên ku zirar li wan hat, û peymana navdewletî, peymana neteweyên yekbûyî û pemana parastina nişteciyên sivîl di dema şer de berpisyarbin, alîkariyên mirovî ji penaberên li Bkur û Rojhilata Sûriyê li navenda penaberiyê û kamoan re peyda bikin dûrî ji îzdiwaciya saziyên mirovî yên girîdayî neteweyên yekbûyê, û vekirina deriyên mirovî ji bo gihandina alîkariyan

Di dawiya çalakiyê de Evîn Cuma Hevseroka Hevbeş a Rêxistina Mafên Mirova li herîma Cizîrê nusxeyek ji daxuyaniyê pêşkêşî buroya komîsyonê li bajarê Qamişlo kir.

Back to top button