ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî: Em biryara Parlamentoya Ewropayê pêşwazî dikin

Parlamentoya Ewropayê di 11’ê Adarê de biryarek pejirand ku tê de dewleta Tirk bi pêkanîna sûcan li Sûriyê tê tawanbarkirin û banga derxistina leşkerên Tirk ji herêmên dagirkirî kir. Her wiha di biryarê de hebûna dewleta Tirk li Sûriyê bi “dagirkeriyê” hate binavkirin. Parlamentoya Ewropayê projeya qanûnê erê kir.

Parlamentoyê her wiha tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Sûriyê hevalbendê wan bû.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî mijarê bi twittekê wiha got: “Em biryara Parlamentoya Ewropayê ku banga vekişandina hêzên dewleta Tirk ji bakurê Sûriyê dike, pêşwazî dikin. Em jî wekî Parlamentoya Ewropayê li ser hewldanên qirkirina etnîk ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdên Sûriyê pêk tîne, bi fikar in.”

ANHA

Back to top button