DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di despêkê de, em berxwedana gelê xwe li Şengalê û sekna wan li pêşberî binpêkirinên nedemokratî yên ji hêla hukumeta Iraqî ve li hember Rêveberiya Xweser li Şengalê û saziyên wê silav dikin. Şêniyên Şengal bi dehan caran rastî qirkirinê hatine, ji encama tunebûna hêza xwe ya taybet a parastinê, û komkujiya di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hatine kirin, delîlê herî baş ê vê rastiyê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundurîn û Hêzên YBŞ nûnertiya vîna gelê me li Şengalê dike û ew di heman demê de misoger e ji bo astegkirina komkujiyên nû der heqê wan, û ew beşek in ji sîstema parastinê li Îraqê, û ev berovajî destûra Iraqî nabe, berevajî vê yekê modela Rêveberiya Xweser li Şengalê mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên ku Iraqê jê dikişîne, ji ber ku ew modelek demokratîk û modelek alternatîf e.

Em di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de, banga hukûmeta Iraqî dikin ku li şûna zimanê zixt û tehdîdê zimanê diyalogê bipejirîne, û taybetmendiya vê herêmê were berçav girtin. Em di heman demê de piştrast dikin ku em li gel gelê xwe yê Şengalê ne û piştgiriya wan dikin, ji ber ku doza xweparastinê mafek rewa û pêdivî ye.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

14/03/2021

Back to top button