ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî: Divê hikumeta Iraqê berpirsyariya parastina êzidiyan hilgire

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî têkildarî êrişa dewleta Tirk a ser Şengalê ku di encamê de fermandarê YBŞ’ê Seîd Hisên û biraziyê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn peyameke li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir.

Ebdî got: ” Nûçeya şehîdbûna têkoşer Seîd Hesen û kurê birayê wî li Şengala dîrokî, em xemgîn kirin. Ev sûc li rêzesûcên şer ên ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve pêk hatine, zêde bû. Divê Hikumeta Iraqê berpirsyariya parastina kêmneteweya êzidî ku di dîrokê de gelek êş kişandine, hilgire.”

ANHA

Back to top button