ManşêtNûçe

Şêniyên Şedadê êrîşên Tirkiyeyê li ser Şengalê şermezar kirin  

Meclisa navçeya Şedadê bi hevsengiya Partiya Yekîtiya Demokrat duh di dîroka 17’ê Tebaxê, daxuyaniyek der barê êrîşên Tirkiya li ser Şengalê da.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir.

Daxuyanî ji hêla rêveberiyê Meclisa navçeya Şedadê “Mihemed Bozan” li pêşiya meclisa navçeyê hat dayîn, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li Şedadê, di daxuyaniyê de wiha hat:

Bi navê Meclisa Navçeya Şedadê û bajarokên wê em êrîşên dewleta Tirk a faşîzm li ser herêmên Şengalê û bombebarankirina bi balafiran herêm û gundinê wê, şermezar dikin, Şengal ya ku êşên qirkirinên komî kişandin li ser destê çeteyên DAIŞ’ê, û îro jî faşîzma Tirk heman sînaryoyê vedgerîne, van herêman hedef digre û li pêkhateyan dixe bi taybet pêkhateyê Êzdî yê ku bi azadî û aştî dijî.

Daxuyaniyê wiha domand: Îro piştî azadkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê, Faşîzma Tirkiyeyê qebûl nake ku gel xwedî îrade bin û azadiya îfadekirina vîna xwe, faşîzma Tirk hîn jî siyaseta xwe ya dijminatiyê li ser herêmê û gelên herêmê didomîne, her wiha ewlehî û aramiya herêmên Şengalê û bakur û rojhilatê Sûriya têk dibe di nava bêdengiya navdewletî .

Daxuyanî wiha bi dawî bû: Em îro li vê derê bang li civaka navdewletî dikin bi muhasebekirina ên van sûc pêk anîne, û bratiya gelan û jiyana hevbeş ew riya tekane ye ji bo azadî û demokrasiyê.

Back to top button