DaxuyanîManşêtPYD

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di binpêkirinek ne meqbûl û di operasyoneke nû ya terorê, ji nûve hêzên Tirkiyeyê bi kiryarên xwe yên dijminahiyê bi awayekî barbarî bajarokê Zirgan ya bi ewlehî û tijî şênî bombebaran kir di encamê de birîndar çêbûn di nava sivîlan de ji jin û zarokan, wekî din gelek birîndar û û zirara binesaziya krîtîk çêbûn.

Mîna van kiryarên dijminahiyê û li pêşiya bêdengiya civaka navdewletî a şerm, armanca wê aramiya herêmên ewle têk bibe, her wiha têkbirina hêviyên gel û pêkhateyên herêmê bi jiyaneke ewle.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD kiryarên Tirkiyeyê li ser sivîlan şermezar dikin û em daxwaz ji dewletên garanator dikin bi pêwistiya hilgirtina berpirstiyariyê li hember van pêşketinên xeter, ew tansiyon û zêdebûnek zêdetir pêşbîn dike ku encamên wê ne baş be, û em bang li civaka navdewletî dikin ku bi lez tev bigerin ji bo rawestandina kiryarên Tirkiyeyê li ser gelên me li bakur û rojhilatê Sûriya û rêzgirtina vîna wî.

Di heman demê de em tekez dikin ku binpêkirinên hovane yên Hikumet Dad û Pêşveçûnê tenê wê helwetseke bi hêz ji hêla gel û pêkhateyên Sûriya wê bisekinîne û bi dûrpêçkirineke li dora Rêveberiya Xweser a Demokratîk porê ku pişta hikûmeta Dad û Geşepêdanê şikand.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-8-18  

Back to top button