ManşêtNûçe

Meclisa navçeya Şedadê civînek ji rûsipiyan û şêniyên Deşîşa li dar xist

Meclisa navçeya Şedadê duh roja Dûşemê di dîroka 2022-1-2, civînek bi ji rûsipiyan û şêniyên Deşîşa li dar xist, bi amadebûna rêveberiyan ji desetya Çandiniyê û endamên Satkobê, ji bo rewşên heyî ku herêm tê de derbas dibe axivîn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir, piştre serokê hevbeş yê meclisa navçeya Şedadê “Emîn Derwîş” li ser rewşa siyasî li heremê û geşdanên dawî li ser qada Sûriya, axivî û di der barê axaftina xwe de îşaret kir li ser êrîşên dewleta Tirk ên dawî li ser Zirgan û Kobanê, ku hewil dide îradeya gelên bakur û rojhilatê Sûriya bişkîne, her wiha Emîn Derwîş daxwaz ji Civaka Navdewletî û Rêxistinên Mafêm Mirovan kir û sînorkeî ji sûc û binpêkirinan deynin.

Piştre hevserokê Çandiniyê ya navçeya Şedadê “Noman El-Ebid” li ser rewşa çandiniyê li başûrê Hesekê axivî.

Rêveberê Satkop ji bo sotemeniyên çandiniyê li El-Şedadî “Mecîd Bûzka” wiha zêde kir mîqdarên ku di mehên borî de li ser cotkaran hatin belavkirin û amarên giştî yên zeviyên çandiniyê yên ku di tabloyan de hatine danîn ji bo wergirtina mûçeyên mazotê, beşa yekem a mazotê di çend rojên borî de ji bo lîsansa traktorên çandiniyê hat dabeşkirin û dê di rojên bê de jî li gor şiyanên berdest mazotê ji bo zeviyên çandiniyê were dabeşkirin.

Di dawiya civînê de, nêrîn û pêşînyarên rûsipya û şêniyan girtin ji bo danîna çareseriyên guncaw.

Back to top button