ÇalakîManşêt

Rêxistina jin a PYD semînerek li ser jiyana Sakîna Cansiz da

Di çarçoveya hevsengî, xebata hevbeş û bilindkirina asta xebata têkoşînê de, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD semînerek li ser jiyana têkoşer Sakîna Cansiz da, li nivîsgeha partiyê li bajarê Tirbespiyê. Bi tevlîbûna nivîsgehên jin di partiyên siyasî de li navçeya Tirbespiyê “Partiya Pêşketin û Guhertinê”, “Partiya Biratiyê”, “Partiya aştiyê û Partiya Yekîtiya Demokrat”.

Naveroka semînerê li ser jiyana têkoşer Sakîna Cansiz,  ji dema tevlîbûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve bû, û ew weke nimûneya jina azad û sembola li dijî her cûreyên zihniyeta desthilatdar tê dîtin.

Di semînerê de beşdaran tekezî li ser pêwistiya bilindkirina asta têkoşîna jinê di hemû warên jiyanê de kirin, û têkoşîn û îradeya azad a ku Sakîne Cansiz û rêhevalên wê weke fikir û felsefeya bingehîn ji bo xebata jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyanek azad, wekhev û hevpar pêk bînin, nirxandin.

Back to top button