ManşêtNûçe

Meclîsa Îştar: Divê OPCW erkên xwe pêk bîne

Meclîsa Îştar a Mexmûrê, bi daxuyaniyek nivîskî piştgiriya xwe ji bo jinên ku bi rêya REPAK’ê name ji OPCW re nivîsandin da diyar kirin û gotin: “Em bang li OPCW dikin berpirsiyartiya xwe xwedî derbikeve û erkên xwe pêk bîne.”

Bi hewldana REPAK’ê ji çar aliyên cîhanê 64 jin û rêxistinan nameyek nivîsîn û ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) xwestin ku bi berpirsyariya xwe rabe û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk dest bi lêpirsînê bike. Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) piştgiriya xwe ji bo ev çalakiya ji hêla REPAK ve hatiye kirin kir û daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Meclîsa Îştar di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirk bi salane li hember Gelê Kurd sucên şer pêktîne, di şer de tu exlaqê nas nake û tevahî hiqûqên şer jî binpê dike. Li hember Gelê Kurd her curên êrişan pêktîne û vê yekê jî rewa dike. 23’yê nîsana 2021’an ve li dijî gerîla û Gelê Kurd şerek topyekûn daye destpêkirin. Di vê şerê de her curên çekan tê bikaranîn. Di serî de çekên kîmyewî yên ku di hiqûqa navnetewî de qedexene tê bikaranîn. Ev îdîaya ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikartîne ji hêla gerîllayan ve hatiye tespît kirin û gelek amorên çekên kîmyewî jî ji hêla gerîllayan ve hatiye bidest xistin.

Dewlet Tirk ne cara yekeme li hember Gelê Kurd û gerîllayên kurd şerê dij mirovahî û kiryarên bê exlaqî pêktîne. Bi salane vê yekê bi awayekê sîstematîk didomîne.  Lê mixabin dema mijar dibe Gelê Kurd û gerîllayên kurd tevahî sazî û tezgehên mafên mirovan bêdeng dimînin û çavên xwe ji kiryarên bê exlaq yên dewleta Tirk li ser gelê kurd û gerîllayên kurd pêktîne digre û bêdeng dimîne. Ew dem em pirs dikin, gelo çima navên sazî, tezgehên xwe kirine mafên mirovan? Ruxmê ku dewleta Tirk bi xwe vê peymana Qedexeya Çekên Kimyewî di 14 Çile 1993’an de îmze kiriye jî lê bi salane bikartîne li ber çavê tevahî cîhanê. Di serî de dewleta Tirk, tevahî rêxistinên navnetewî, sazî û dezgehên ku xwe bi navê mafê mirovan bi nav dikin bixwe tevahî peyman û rêgezên xwe binpê dikin.

Di rastiya xwe de bêdeng mayîn, bê helwest mayîn, temaşe kirin û bertek ne dayîna raber kirin şirikatiya ev sucê Dewleta Tirk ya dijî mirovahiyê pêktîne kirine. Pêwîste tevahî cîhan li hember vê yekê xwedî helwest be. Bi taybetî jî jinên kurd û yên cîhanê. Ev çekên kîmyewî yên ku encamê aqlê zilame serdest hatiye pêşxistin li ser mirovan bikaranîn ne exlaqê mirovahiyê ye.

Em weke jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) yên ku bi rûyê Dewleta Tirk ya êrişkar û qirker re yekser rûbirû ma ye û heya roja me ya îro jî dimîne, bang li tevahî jinên kurd û jinên cîhanê dikin em di wê bawerî û hêviyê de ne ku cîhanek bê şer encex bi destê jin were avakirin. Ji ber vê yekê em li hember ev êrişên Dewleta Tirk li ser hebûn, çand, nasname û nirxên me yên pîroz pêktîne em hêza xwe bikin yek û li hember vê yekê rawestin û hesap ji Dewleta Tirk bi pirsin. Têkoşîn û berxwedaniya me çiqasî bi hêz û hevgirtî be em ê bikaribin encamên girîng jî dest bêxin. Cardin em bang li OPCW dikin berpirsiyartiya xwe xwedî derbikeve û erkên xwe pêkbîne.”

Back to top button