ManşêtNûçe

Balyozên 10 welatan ji ber daxwaza azadkirina Kavala kirin, ketin lîsteya Erdogan a cezayan..

Êdî li Tirkiyê li hember bilêvkirina gotina Azadî jî, tu bê ceza namînî û kî bê jî, tu yê werî cezakirin..

Herî dawî balyozên 10 welatan ji ber daxwaza azadkirina karsaz Osman Kavala kirin, ketin lîsteya Erdogan a cezayan..

Vê yekê rê li ber gelek nerazîbûnan û ji gelek aliyan vekir..

Serokê Parlamenta Ewrûpayê David Sassoli helwesta Erdogan bi tûndî şermezar kir û ev peyam da:

Dersînorkirina balyozên bilind ên 10 welatan, nîşaneya meyla zordariyê ya hikumeta Tirk e. Em ê serî netewînin. Azadî ji bo Osman Kavala.

Bi heman armancê hukûmetê Siwêd û Norwêcê jî nerazîbûn nîşan dan.

Berpirsa ragihandinê yê hukûmeta Norwêcê Trude Maseide dûbare got “Balyozê me tiştekî ku bibe sedema dersînorkirinê nekiriye.”
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wî jî ev got:

“Ew bi rayedarên 9 welatên din re di nava pêwendiyeke xurt û danûstandinên fikrî de ne.”

Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê jî li ser mijarê ev peyam da:

“Em ê dest ji pîvan û nirxên xwe yên hevpar bernedin.”

Endama parlementoya Ewrûpa û Raportora berê ya Tirkiyê Katî Pîrî piştgirî da balyozên 10 welatan û banga azadiyê ji bo Osman Kavala kir.

Rojnameya Bîld ku li Elmanyayê navdar e êrişa Erdogan bi vî serenavî da “Erdogan bela xwe li dîplomatan da: Hûn kî ne? .

Rojname dibêje;

Em hînî gelek aliyên Erdogan bûn. Helwesta xwe ya zordar timî dubare dike.

Tê zanîn ku Erdogan bi mafên mirovan re eleqedar nabe. Êrişî hêzên muxalefetê dike.

Mafê jinan û serweriya hiqûqê ji bo wî negirîng in.

Ronahî

Back to top button