ManşêtNûçe

Gedo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên li dijî kurdan têne kirin şermezar kir

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Salih Gedo beşdarî bernameyeke taybet a ajansa ANHA’yê bû. Gedo li ser operasyonên domdar ên bi armanca qirkirina kurdan û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve axivî.

Gedo di destpêka axaftina xwe de got: “Ji dehên salan ve, planên dijminane yên dewletên herêmî yên dagirkerên Kurdistanê ranewestiyane. Ev dewlet ruxmî nakokiyên di navbera wan de, lê helwest û berjwendiyên wan ên siyasî û aborî li hemberî gelê Kurd li hev tê û li ser qirkirina û tunekirina hebûna kurdan li hev dikin.”

Salih Gelo anî ziman ku dewleta Tirk hebûna kurdan dike hedef, rayedarên Tirk, di serî de Erdogan ku şerm nake bi domdarî vê siyasetê dimeşîne vê yekê eşkere dibêjin.

Gedo bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êriş û sûcên li dijî kurdan têne kirin şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: “Êrişên li ser kurdan ne partiyekê an komekê tenê dike hedef, di heman demê de tevahî kurdan dike hedef. Civaka navneteweyî li hemberî vê rewşa trajîdîk erka xwe ya mirov bi cih nayîne, tevgerên siyasî yên Kurdistanî jî heya niha li hemberî êrişên li ser tevahî kurdan hevgirtina xwe ya neteweyî ava nekirine.

Ji 23’ê Nîsanê ve dewleta Tirk êrişên dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Di van êrişan de teknîka leşkerî ya herî pêşketî û çekên kîmyewî yên qedexekrî bi kar tîne, lê ruxmî vê yekê tu gav pêş de navêtiye.

Salih Gelo li ser vê yekê ev tişt got: “Êriş têk çûn, Tirkiyê siyaseta berteknîşandan dimeşîne, an ku siyaseta kesekî binkeftî ku nikare tu pêşketin an serkeftinekê li dijî gerîla pêk bîne. Fermandariya Tirk dizane ku êrişên wê yên bi armanca lawazkirina vê hêzê û mijara tunekirina wê êdî bi teqez ne mumikin e û heger vê hêzê lawaz bike û derbeyek li hemberî gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê be.”

Gedo bi bîr xistin ku dewleta Tirk qadeke berfireh li Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û bi dehan baregeh lê ava kirine, dewleta Tirk û ji ber bertek û têkçûna wê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Salih Gelo bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Bêhelwestî li hemberî Tirkiyê mijareke cihê mixabiniyê ye, dema ku çekên kîmyewî li Sûriyê hatin bikaranîn, civaka navneteweyê bertekên mezin nîşanda dan, lê dema mijar Kurd her kes bêdeng dibmîne.”

Gelo bang li PDK’ê kir ku danûstandinê bi dagirkeriya Tirk re neke lê ji bo berjewendî û mafên kurdan bixebite û wiha dom da axaftina xwe: “Em bang li PDK’ê dikin ku destekê bide tevgerên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê. Em di pêvajoyeke dijwar de ne, dijminê gelê Kurd hewl dide kurdan qir bike, ji ber vê yekê sekneke kurdistanî ya xurt pêwîst e. Divê em nakokiyan gûr nekin, lê belê divê erka me ya sereke ew be ku kurdan ber bi diyalogên navxweyî ve bibin.”

Back to top button