ManşêtNûçe

Malbata rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê; birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamilî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysî Aktaş Melîha Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serlêdan kir.

Parêzerên rêber Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê bibînin her hefte 2 caran serî li dozgeriyê didin lê tu bersivek jê re nayê dayîn. Li ser vê yekê parêzeran di 22’yê Mijdara 2022’yan de li Dadgeha Ceza ya Bursayê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kir. Piştî vê serlêdanê derketibû holê ku du cezayên nû yên qedexeya hevdîtinê li rêber Ocalan hatine birîne.

ANHA

Back to top button