ManşêtNûçe

Bi boneya 8`ê Adarê însiyatîfeke jinan banga avakirina hêzeke çalak li hember sûcdaran kir 

Însiyatîfê bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re duh daxuyanî da û tê de destnîşan kir ku sûcên li dijî jinan tên kirin, dihêle ku ku xwe ji vê bêtir birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek metirsî li ser jinan hene bi taybet li gel ihtîmala rûdana şerekî cîhanî yê sêyemîn ku armanc dike temenê pergala kapîtalîst a westiyayî dirêj bike. Ji ber wê nakokiyên civakî yên mezin di nav welatan de diafrînin û bi taybet jinan dikin hedef.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê binpêkirinên li dijî jinan li dewletan mîna Sûriyê, Tirkiyê, Efganistan, Lîbya, Lubnan, Yemen û Îranê têne kirin bi bîr xistin.

Her wiha bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan şermezar kir û bi helwesteke şermok bi nav kir.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê diyar kir ku ev sûcên li dijî jinan tên kirin, dihêlin ku jin li hember pergala baviksalarî ya serdest xwe ji vê bêtir birêxistin bike û têkoşîna xwe mezin bike.

Di dawiya daxuyaniyê de însiyatîfê bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku hêzeke rasteqîn û çalak li hember berpirsên hemû sûcên li dijî jinan ava bikin û hesabê ji pêkanînerên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bixwazin, da ku jin were parastin, mafên xwe bi dest bixe, rê li pêşiya wan vebe da ku tev li xebatên siyasî û dayîna biryaran bibe.

ANHA

Back to top button