Hevserokên PYD′ê Asya Abdullah û Salih Mislim beşdarî xabatên 2′yemîn kongreya PYD′ê ya li bajarê Serêkaniyê hat lidarxistin bûn. Hevserokên PYD′ê diyar kirin ku kongreya partiyê di demek hestiyar de tê lidarxistin û dane zanîn ku armanca ji girtina biryaran parastina destkeftiyên gel e.
Kongreya PYD`ê ya rêxistina Serêkaniyê di bin dûrişmeya “Ji Rojavaya azad ber bi Sûriyek federal û demokratîk ve”li navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî hat lidarxistin.
Asya Abdulla lidarxistina kongreyê li cangoriyên azadiyê û malbatên wan pîroz kir û got:”Ev kongre di qonaxeke hestiyar ku herêma Rojava û Sûriyê têre derbas dibe de tê lidarxistin. Ji ber vê yekê jî divê em bi awayekî cidî li ser rêxistina xwe û pêşvebirina wê rawestin.″
Asya destnîşan kir ku di kongreyê de li ser perensîp, pêngav û biryarên bingehîn ku dê di kongreyê de bê girtin nirxandin kir û da zanîn ku divê ew bi xebatên xwe destkeftiyên ku bi xwîna têkoşeran hatine bidestxistin biparêzin.
Hevserokê PYD′ê Salih Mislim jî axivî û ev tişt got: ″Hevkariya gelê Rojava ya li ser raman û îdolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûmet e. Rêbertî banga jiyana hevbeş, rêveberiya azad, biratiya gelan û rêxistina civakê dike. lewma jî me karîbû bingeha têkilyên di navbera tevahî pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkumen û tevahî pêkhateyên din de biparêzin.″
Mislim di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeke Federal Demokratîk û Azad xebatên wan berdewam in û got:″Tevî siyasetên berevajî yên li dijî me tên meşandin, berxwedan û şoreşa me rojena berdewame. Me di şoreşê de serkeftinên dîrokî û mezin bidest xistin. Em herêmên xwe ji rûxandin û xerabeyê diparêzin û me li hember kesên ku dixwestin di civaka me de tevlîheviyan bafirînin, têkiliyên xwe bi pêkhateyên herêmê re xurt kirin. Em ê bi vî awayî pêşve biçin heta bigihêjin tevahî armancên şoreşa Sûriyê û şoreşa Rojava.″
Hevserokê PYD′ê Salih Mislim wiha axaftina xwe bi dawî kir: ″Em hêvî dikin ku ev kongre serkeftî be.″
Kongreyê bi axaftinên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Biratiya Gelan, Meclîsa Gel a bajarê Serêkaniyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya El-Wehde a Demokratîk didome.
Di axaftinan de kongre li gel û endamên partiyê hat pîrozkirin û hat diyarkirin ku aloziya Rojhilata Navîn ne tiştekî nû ye, lê belê di encama berdeweamiya rewşa aloz a ku di encama siyasetên dewletên neteweperest de derketiye holê û gelek pirsgirêkên ku li pêşiya pêşketina gelên herêmê dibin asteng derxistin.″
Endama Kongreya Star a Serêkaniyê Rojda Efrîn axivî û ev tişt anîn ziman:“ Ji destpêka şoreşa Rojava ve jinê cihê xwe di hemû qadan de girt û pêşengtî kir. Jinê di Partiya Yekîtiya Demokratîk de û di nava xebatên xwe yên siyasî de karîbû dengê jinên Bakurê Sûriyeyê bigihîne cîhanê.″
Paşê rapora xebat û çalakiyên partiyê yên di demên derbasbûyî de, hatin xwendin.