DaxuyanîManşêtNûçeNûçeyên LezgînXweserî

Bîlançoya Pêngava Xezeba Firatê hat eşkerekirin

Di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de qadek ji 2 hezar 480 kîlometreçargoşeyî hat rizgarkirin, ku 197 gund, bi dehan gundik û Keleha Caber jî di nav de ye.

Di daxuyaniya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê de hat ragihandin, 260 çete hatin kuştin, 18 çete jî bi saxî hatin girtin.

Li ser qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, ku ji 10’ê Kanûnê û vir ve ji bo rizgarkirina Reqayê dewam dike, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî li gundê Hac Elî yê Reqqayê ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hate xwendin. Daxuyanî bi beşdarbûna rûspiyên herêmê, Fermandarên QSD′ê û berdevkê giştî yê QSD′ê Telal Silo, nûnerên TEV-DEM′ê, 28 eşîreyên Ereb, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim û bi dehan şêniyên herêmê, pêk hat.

Daxuyaniya Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê wiha ye:

“Pêngava duyemîn a Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya ku di 10 Kanûna 2016ʹan de li ser banga şêniyên parêzgeha Reqayê hate destpêkirin, didome. Pêngav bi biryara Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD) bi armanca têkbirina terora DAIŞ’ê hate destpêkirin.

LI QADA JI 2 HEZAR 480 KÎLOMETREÇARGOŞEYÎ 197 GUND HATIN RIZGARKIRIN

Di encama pêngava duyemîn de ev destketî hatin bidestxistin:

1- Qada 2 hezar û 480 km2’yî, ku di nava de 197 gund û bi dehan gundik û girên stratejîk, her wiha Keleha Caber (Duser) a dîrokî de jî heye hatin rizgarkirin. Bi vê yekê firehbûna zemîna ku ji destpêka pêngavê ya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê û heta niha hatine rizgarkirin bi giştî bû 3 hezar û 200 km2. Di vê qadê de 236 gund û bi dehan gundik û gir hene. Bi vî awayî ji aliyên rojava û Bakur ve dor li bajarê Reqayê hatiye girtin.

260 ÇETE HATIN KUŞTIN, 18 ÇETE BI SAXÎ HATIN GIRTIN

2- 260 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, ji van termên 115 çeteyan ketin destê hêzên me. 18 çete jî bi saxî ketin destê şervanên me. Gelek çek û cebilxane, her wiha wesayîtên leşkerî û topavêjên çeteyan hatin desteserkirin. 40 wesayîtên bombebarkirî hatin bêbandorkirin,  ji wan hejmarek mezin beriya bighêjin armanca xwe hatin rûxandin. Hejmarek wesayît jî hatin desteserkirin.

3- Bi dehezaran welatiyên sivîl ên ji gundên rojavayê Reqayê hatin rizgarkirin û piştî gundên wan ji bermahî û mayînên ku çeteyan çandibûn hatin paqijkirin, vegeriyan gundên xwe û ji wan re alîkarî hate pêşkêşkirin.

2 HEZAR Û 500 ŞERVANÊN NÛ TEVLÎ NAVA REFÊN QSD’Ê BÛN

4- Pêngava me ya Xezeba Firatê ku di 5’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin de, derdora 2 hezar û 500 şervan ji şêniyên herêmê tevlî hêzên me bûn. Şêniyên herêmê ku nû tevlî bûn, bi alîkariya Hevpeymana Navdewletî hatin perwerdekirin û hatin biçekirin.

5- 42 şervanên me ji wan 3 şervanên enternasyonal ên ji Brîtaniya, Kanada û Amarîka ku bi dildarî tevlî Pêngava Xezeba Firatê  bibûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 şervanên ji endamên Meclîsa Leşkerî ya Suyanî ên ku xwîna wan tevlî xwîna hevalên wan ên ereb û kurd bûn.

SPASIYA JI GELÊ HERÊMÊ

Em wekî Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê di heman demê em spasiya gelê xwe yê herêmê dikin ku bi coşeke mezin pêşwaziya şervanên me kirin û di xetên herî pêş de alîkariya wan kirin. Em soz didin buhayê parastina wan çi dibe bela bibe em ê ti carî paş de venegerin û em ê heta dawî parastina herêmê bikin.

Banga me ji şêniyên herêmê re ew e ku herêmên xwe birêxistin bikin, meclîsên xwe ava bikin û rêveberiya xwe saz bikin û bi hemû hêza xwe tevlî hêzên QSDʹê bibin da ku tevhiya xaka parêzgeha wan were rizgarkirin.

Di heman demê de em spasiya Hevpeymana Navdewetlî û koma pisporên leşkerî yên girêdayî wan ku bi hêzên me re di qadên şer de ne û piştgiriya leşkerî didin hêzên me dikin.

SPASIYA JI RÊVEBERIYA KOBANÊ RE

Em spasiya Desteyê Rêveberiya Xweser a Kobanê bi hemû saziyên wê yên ewlekariyê, tenduristiyê û xizmetguzariyê dikin ku alîkariya şêniyên herêmên rizgarkirî kirin.

Hêzên me ji destpêka Pêngava rizgarkirina Reqayê û gundên wê gelek destketiyên mezin bidest xistin. Em tekez dikin ku wê hêzên me şerê li çeteyên DAIŞʹê bidomînin. Wê serketinên me heta rizgarkirina Reqayê û tevahiya xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ′ê bidomin.”

 C. M
Back to top button