ManşêtNûçe

li Misirê çalakiya îmzekirina pirtûka Têkiliyên Ereb-Kurd hate lidarxistin

Bi beşdariya rewşenbîran li navenda Balyozxaneya Çandî şahiya îmzekirina pirtûka Têkiliyên Ereb-Kurd a nivîskar û rojnamevanê misirî Fethî Mehmûd hate lidarxistin.

Destpêka şahiyê derhinêrê pirtûkê Fethî Mehmûd li ser girîngiya pirtûk û çawa xwe spartî vê fikiriyê kir, da ku pêşkêşî raya giştî ya ereb bike. Ji ber têkiliya Kurd bi ewlehiya neteweyî ya ereb re xurt e, ji ber ku “ew nobetdarê deriyê rojhilat ê welatê ereb in.”

Nivîskarê misirî destnîşan kir ku wî ew fikire bi gotareke xwe ya di Al-Ahram de dest pê kir, dema banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir. Nivîskarê misirî di gotara xwe de bang kir ku komîteyeke ereb û komîteyeke navneteweyî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan werin avakirin. Lê piştî weşandina gotarê gelek bertek hatin nîşandan.

Nivîskar Fethî Mehmûd da zanîn ku girîngîdayîna ji tevgerên rizgariya Kurd re, di serî de PKK’ê bingeha nasîna têkoşîna kurdan di dirêjahiya dîrokê de ye û divê kedên zêde werin dayîn ku ev rol werin nasîn.

Li aliyekî din jî serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê Recaî Fayid axivî û wiha got: “Şofenîzma Tirkiyê hişt ku tirk ji bilî xwe nas nekin, tevî ku dewleta Tirk ji gelek etnîkan pêk tê, ji nav wan etnîkan ên herî kevn, Kurd in ku di nava civakê de hatine heldandin û îdia dikin ku ew tirk in. Tirk dibêjin ji bilî tirkan tu kes tune ye û yên berê xwe dane çiyayan ew tirkên çiyayî ye. Dewleta Tirk li ser metoda Ataturk dimeşe û yên piştî wî jî tevahî şoreşên kurdan bi awayekî hovane çewisandin.”

Recaî Fayid wiha domand: “PKK`ê xwedî helwestên dîrokî ye û nayên jibîrkirin, ji wan jî piştgiriya ji doza Filistînê re, mînaka wê jî bûyerên Keleha Şiqêf a Lubnanê ku 12 kadroyên PKK’ê tê de şehîd bûn.”

Fayid da zanîn ku ev hemû bo împeryalîzma cîhan û Massada Îsraîlî tevî ewlehiya Tirkiyê bû ku rêber Abdullah Ocalan li Kenyayê bigirin. Ji wê demê de rêber Ocalan di girtîgeha Marmara de ye.

Fayid wiha li axaftina zêde kir: “Divê PKK’ê ji “lîsteya terorê” bi der keve, ji ber mayîna PKK’ê di “lîsteya terorê ” de heta vê kêliyê de tu sedemên wê yên qanûnî tune ne.”

Fayid bang li ereb û azadîxwazan kir ku piştevaniya rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê bikin û xebata ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê ” bikin û xîtabî têkoşerên PKK’ê kir û wiha got: “Sersala we pîroz be, em bi hêvî ne sala bê bi azadiya rêber Ocalan pîroz bikin.”

Nivîskar Fethî Mehmûd pirtûka xwe îmze kir û salvegera PKK`ê hat pîrozkirin.

ANHA

Back to top button