ManşêtNûçe

Li Hambûrgê standa îmzeyan: Qedexeya PKK’ê bêhurmetiya li îradeya gelê Kurd e

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn, di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ku hatî destpêkirin, stand hat danîn.

Di standa ku li taxa Sternschanze hat danîn de bi sedan îmze hatin komkirin.

Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hambûrgê Îmam Semsûr diyar kir ku qedexeya PKK’ê ti bingeheke hiqûqî nîne û destnîşan kir ku qedexeya PKK’ê di heman demê de bêhurmetiya li îradeya gelê Kurd e.

Semsûr her wiha anî ziman ku ji bo rakirina qedexeyê divê li her derê têkoşîn bê dayîn û got: “PKK yekane nûnerê rewa yê gelê Kurd e. Bi qedexekirina vîna Kurdan hûn ê tenê xizmeta rejîma Erdogan bikin. Hûn nikarin vê pirsgirêkê bi qedexeyan çareser bikin. Banga me ji dewletên Ewropayê re ew e ku di zûtirîn dem de dawî li van qedexeyên bêwate bînin.”

ANF

Back to top button