ManşêtNûçe

KNK: DAIŞ gefeke li ser ewlehiya tevahiya welatên Ewropayê û cîhanê ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li dijî gefa DAIŞ’ê peyamek weşand û bang li saziyên navneteweyî kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di salvegera 7’an a rizgarkirina Kobanê de DAIŞ ji nû ve derkete holê û gefeke mezin li gelên Sûriyeyê xwar.

KNK’ê bi bîr xist ku DAIŞ ‘ê di 20’ê Çileyê de ji bo revandina 5 hezar endamên xwe yên li Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê dest bi êrişê kir û got, “Ev hewldana mezin û koordîneyî ya revandina ji girtîgehê bi piştgiriya hêzên herêmî hate kirin. Rejîma Sûriyeyê bi jinedîtîhatina liv û tevgera DAIŞ ‘ê ji êrişê re bû alîkar. Dewlet û artêşa Tirk jî bi balafirên şer û keşfê ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi kar anî bû alîkar û hîn jî dibe alîkar. Her wiha bi sedan çeteyên cîhadîst ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin derbasî gundên li derdora Hesekê hatin kirin. Ji 20’ê Çileyê û vir ve hêzên QSD’ê ji bo kontrolkirina vê metirsiyê bi lehengî şer dike. Gelek mehkûmên DAIŞ ‘î hînê serbest in û şaneyên razayî yên DAIŞ ‘ê çalak bûne. Metirsî hîn bi dawî nebûye. Têkoşîna li dijî DAIŞ ‘ê û piştevanên wê nabe ku tenê ji QSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê hiştin. DAIŞ gefeke li ser ewlehiya global û tevahiya welatên Ewropayê û cîhanê.

KNK’ê bi bîr xist ku dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ ‘ê de hene, wergirtin û darizandina van DAIŞ ‘iyên xwe red kirin, mîna bombeyeke eyarkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiştin û destnîşan kirin ku van dewletan li şûna piştgiriya bi QSD’ê re, giranî dan ser tifaqa bi dewleta Tirk re ku ev dewlet bi rengê leşkerî û her awayî piştgiriya DAIŞ ‘ê dike.

KNK’ê diyar kir ku liv û tevgera dewleta Tirk a li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destketiyên di şerê dijî DAIŞ ‘ê de hatine bidestxistin dixe rîskê û got, “Ji ber vê yekê her dewleta ku ji dil dixwaze dawî li vê gefê bîne, divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê û li dijî rejîma Tirk helwesteke zelal nîşan bidin.

Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî, NATO, Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo têkbirina DAIŞ ‘ê, Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Efrîka û Lîga Ereb dikin ku vî karî bikin:

1- Karê vegerandina endamên DAÎŞ’ê li welatê xwe hêsan bikin û piştgiriyê bidin avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina DAIŞ ‘iyan.

2- Dewleta Tirk ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve bê tecrîdkirin, yan jî ji ber piştgiriya xwe ya bi DAIŞ ‘ê re li dadgeheke navneteweyî bê darizandin.

3- Piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê zêdekirin û bi rengekî fermî bê naskirin.”

ANF

Back to top button