ManşêtNûçe

Li gel bêdengiya navdewletî rojane li Efrînê sivîl têne kuştin, revandin û talan kirin

Platforma Hiqûqnasên Sûriyê ya ji bo Parastina Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan û aliyên din gelek caran bang li dewletên cîhanê kirin ku komîteya lêpirsînê ji bo sûcên li Efrînê ava bike.  Lê heta niha ev bang nehatiye bersivandin û tu helwest li hemberî binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin nehatiye nîşandan.

Li kantona Efrînê ev 15 meh in ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, rojane kuştin, revandin, talankirin, destdirêjiya li ser jinan û gelek sûcên din didome. Jê hin hatine belgekirin û hin jî nehatin eşkerekirin.

Kuştin

Çavkaniyan ji hundirê Efrînê diyar kirin ku leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê welatiyên sivîl Ebdulrehman Şêx Ehmed yê 36 salî û Henan Hisên ê 34 salî qetil kirine. Ebdulrehman û Henan 8‘ê Hezîranê saet 07:00 san li nêzî rawestgeha navçeya Mabata –rêya Raco û navenda bajarê Efrînê hatin qetilkirin. Ev her du sivîl bi erebeyên xwe li nav gundan digeriyan û zebze difrotin.

Revandin

Hêzên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê kiryarên revandina sivîlan û xwestina fidyeyê li beramberî berdana wan didomînin. Hin kesên ku demek dirêj hatine revandin heta niha agahî ji wan nehatiye girtin.

Navên kesên hatine revendin ên ku ketine destê me ev in “Mehmûd Ebdulhenan Hesen (25) û birayê wî Ehmed (24), Henan Ehmed Hisên (10) û Tahir Cemo Hesen (53) ji beriya 20 rojan ve hatin revandin.”

Li gorî çavkaniyan jinek ciwan bi navê Asya Heyder ji gundê Heyat ê navçeya Mabata beriya 2 hefteyan hat revandin. Duh sibeha 9‘ê Hezîranê çeteyan welatiyê bi navê Elî Zekî Betal ê ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê li ber deriyê ketina Efrînê revandin.

Ferzkirina baceyan

Dagirkeriya Tirkiyê rojane bacên nû li ser şêniyan ferz dike, vê carê 20 hezar Lîreyên Sûriyê li her malbatekê ku endamên wê ji derveyê kantonê ne ferz dike. Dîsa jî her meh 500 lîreyên Sûriyê wekî baceya “Bicihbûnê” li şêniyên gundê Coqa yê navenda bajarê Efrînê birîne.

Şewitandina daristanan

Çete û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê şewitandina daristanên çiyayên Efrînê didomînin. 7‘ê Hezîranê çeteyan daristanên çiyayê Cela yên navçeya Raco, daristan û zeviyên zeytûnan ên navçeya Bilbilê, darên li ser girên di navbera devera Bîr heta geliya Keço ya gundê Kêlîbo yê navçeya Mabatayê de dan ber agir.

Kiryarên din

Ji rêbazên nû yên dagirkeran li Efrînê, şêniyan neçar dikin ku alên mûxalefetê bi du hezar Lîreyên Sûriyê bikirin û li malên xwe hildin. Çeteyan niştecihên gundên Şêx Kîlo, Kolîka, Evraz, Kobek ên navçeya Mabata neçar kirin ku ala mûxalefetê li ser malên xwe hildin û kesên vê yekê pêk neyînin cezayên pereyan li wan ferz dikin.

ANHA

Back to top button