ManşêtNûçe

Hollandayê piştgriyê avakirina dadgeheke navdewletî li herêmên Rêveberiya Xweser

Roja şemiyê 8 Hezîranê şandeyeke hevpar ji wezaretên karên derve yên Fransa û Hollandayê serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarokê Eyn Îsa yê herêma Firatê kir. Şande ji serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Fransyê Eric Schafalier û serokê Navenda Krîzan a Wezareta Karên Derve ya Hollandayê Ian Bijan, tevî tîma pê re, pêk tê.

Şande ji hêla hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, Emel Dade û endamên daîreyê ve hate pêşwazîkirin. Her du aliyan rewş û rûdanên dawîn ên ku Sûriye û herêmên Rêveberiya Xweser tê re derbas dibin, nîqaş kirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat û nêzî 3 saetan dom kir.

Nameya Wezareta Karên Derve ya Hollandayê

Li gorî Emel Dade ji çapemeniyê re raber kiriye ku Ian Bijan li ser zimanê wezîrê karên derve yê Hollandayê name ragihand. Her wiha di nameyê de hate tekezkirin ku Hollanda piştevana avakirina dadgeheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku çeteyên DAIŞ’ê yên li gel QSD’ê girtî ne, lê bên darizandin, dike. Li aliyekî dîtir jî tekez kir ku piştgira ewlehî, aramî, jinûveavakirin û çareseriya siyasî li Sûriyê ye.

Emel Dade îşaret pê kir ku Eric Schafalier raber kir ku dê Fransa piştevaniya giştî ji aliyê leşkerî, dîplomasî û xizmetguzarî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Emel Dade da zanîn ku şandeyê li ser lidarxistina 2 civînan li Parîsê (ya yekemîn 25’ê Hezîranê û ya duyemîn jî 27’ê Hezîranê) da ku lêkolînkirina piştevaniya Rêveberiya Xweser ku tê de Fransa, Hollanda, DYA û Brîtanya û hin dewletên dîtir hene, bê kirin, nîqaş kirine.

Dadgeha navdewletî ya darizandina girtiyên DAIŞ’ê

Çavkanî ji civînê li ser erkdarkirina rêveberiya Fransayê ya pisporên qanûnî ku formeke guncaw ji bo avakirina dadgeheke navdewletî ya girtiyên DAIŞ’ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser pêk bînin, nîqaş kir.

Mijara girtiyên DAIŞ’î biyanî yên ji zêdetirî 40 dewletî li gel QSD’ê girtî ne, ji dosyayên girêkok in. Her wiha hin dewletên Ewropayê fikra pêşwazîkirina çeteyên DAIŞ’ê ku darizînin, red dikin û qanûnên dijterorê yên taybetiya wan lawaz dibînin.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser di vê salê de banga hikumetên biyanî kir ku hemwelatiyên xwe wergirin û li rexê jî pêşniyara avakirina dadgeheke navdewletî li xaka Sûriyê  kir ku çeteyên DAIŞ’ê darizînin.

Di 3’yê Hezîranê de li paytexta Swêdayê Stockholmê, civîneke navdewletî ya taybet ji bo nîqaşkirina mijara avakirina dadgeha darizandina çeteyên DAIŞ’ê li herêma Rojhilata Navîn û çawaniya xebata dadgehê û çavdêriya wê, hate organîzekirin.

Piştevaniya aramiyê

Der barê piştevaniya ewlehî û aramiyê li herêmê de çavkanî îşaret pê kir ku Frasna dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo perwerdekirina li ser pisporiya çawaniya rakirina mayînan li herêmên nû hatine rizagarkirin akademiyekê veke û endaman perwerde bike.

Ev serdan a 4’emîn e di vê mehê de ya şandeyên navdewletî ya serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dike.

Back to top button