BinpêkirinManşêtNûçe

Li Efrînê beriya çinîna zeytûnan, dizî û talana xwezayê zêde bûye

Kantona Efrînê ya ku bi zeytûnên xwe navdar e, piştî herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, bi sed hezaran ji darên zeytûnê hatin birîn. Hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo, têkildarî talanên ku li Efrîna dagirkirî tên kirin ji ajansa ANF’ê re axivî.

Şêxo anî ziman: “Ji destpêka 15’ê Cotmehê û şûnde li Efrînê şênî dest bi çinîna zeytûnan dikin. Lê ji destpêka meha Îlonê ve Erebên hewirdor û çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li Efrînê dest bi dizîna zeytûnan kirin e. Bi sedan kes ji Erebên hewirdor xwe berdidin nav zeviyên zeytûnan û dest bi dizî û talanê dikin. Li aliyê din jî xwediyê zeviyên zeytûnan ji ber biryarên encûmanên xwecihî yên li wir nedikarîn beriya 15’ê Cotmehê yan jî 1’ê Mijdarê biçin dest bi çinîna zeytûnên xwe bikin.”

Şêxo, da zanîn ku ji gundê Baflonê ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê, agahaî bi dîmen û belge hatin ku zeviya welatiyekî Êzidî bi temamî hatiye talankirin û wiha domand, “Ji êvarê heta sibehê zeytûnên wî talan kirine û birine Ezazê. Mekbezekî girêdayî çeteyan, ew zeytûn xisitin zeyit û piştî wê hemû darên wî birîne. Em dikarin bêjin ku binpêkirinên xwezayê li Efrînê tê kirin îsal ji her salê zêdetire. Li aliyê din diziya zeytûnan ku li seranserî Efrînê tê kirin rêbendên komên çete yên li her navçe an jî gundekî hene, para xwe ji talankirina zeyit  û zeytûnan dibe. Her wiha şêniyên Efrînê dema zeytûnên wan tên dizîn berê xwe didin ofîsên polîsên leşkerî û gilî dikin. Lê ji ber piştî giliyê komên çeteyan zexteke mezin pêk tînin ew welatî neçar dimîne biçe giliyê xwe bi paşve bikişîne.”

Îbrahîm Şêxo di dawiyê de jî ev tişt parve kir, “Bacên herî zêde li navçeya Şiyê ya di bin desthilatdariya çeteyên Emşat de ye tê birîn. Li ser her darekî zeytûnê 3 dolarî Emerkî dibin ji bilî baceyên li ser zeytûnan û zeyitê yê ku ji şêniyên li wir tê standin”

Back to top button