ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Li Dêrazorê sivîl têne rizgar kirin

Her çendî li herêma Hecîn a bi ser bajarê Dêrazorê ve şerên dijwar rû didin jî, şervanên QSD’ê rojan e bi riya koridora ku vekirine şêniyên Dêrazorê ji destê çeteyan rizgar dikin û wan dighînin cihên bi ewle.

Duh ango 24`ê Kanûnê careke din zêdetirî hezar sivîl ji aliyê şervanên QSD`ê ve li eniyên bajarokên El-Sûse û Baxoz hatin rizgarkirin. Ev sivîlên ku nêzî 15 km meşiyan da ku xwe bighînin koridora bi ewle ya şervanan, ruxmê şert û mercên zor ên zivistanê, li berxwe dan û xwe gihandin herêmên bi ewle.

Mîna ku di objektîfan de jî xuya dike her dayîkek, her zarokek bi rûkeniyek mezin tiliyên xwe radikin jor.

Sivîlên ku hatine rizgarkirin derbasî cihê bi ewle bûn û ji wan re xwarin û vexwarin û pêdiviyên zivistanê hatin peydakirin. Sivîlên ku hatin rizgarkirin gotin:”Hîna bi hezaran sivîl hene li benda rizgarkirinê ne. Hemû jî dixwazin werin, lê ji ber ku herêm bi giştî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye mayînkirin nikarin derkevin. Heta çend sivîl dema dixwestin xwe xilas bikin bi mayînên çeteyan birîndar bûne û neçar mane ku careke din paş de vegerin.”

Li gel şerên dijwar jî pêla rizgarkirina sivîlan hê jî didome.

ANHA

Back to top button