HevpeyvînManşêtNûçe

Herdem berxwedanî herdem serî hildan

Nerazîbûn û bertekên protestoyî li hember gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin, Girêdayî vê mijarê komîteya jin a giştî ya rojhilat û bakur Surî meclisa TEV-DEM ê Taz Başa ji malbera PYD ê re axivî û wiha got;

Em îro li ser sînor in ji bo em piştgiriya gelê xwe li Serêkaniyê bikin li dijî gefên Erfogan ku li ser gelê me diden meşandin, wek komîteya jin ya giştî a TEV-DEM ê em van gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.

Başa tekez kir ku çi dibe bila bibe em ji dev xaka xwe bernadin û em ê li ser xaka xwe bijîn tu kes nika re me ji xaka me derxîne, hemî pêkhateyên kurd, ereb û suryan em li vir emadene heta noqtak ji xwîna me hebe û heta dawî em ê li berxwe bidin.

Başa di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, em hêza xwe ji tu kesî nagrin ne Amerîka û ne xeynî Amerîka me bang li Amerîkayê ne kiriye, ji destpêka vê şoreşê heta niha gelê me li berxwe dide YPG, YPJ û QSD ê hemî ciwanên vî welatî ne û li berxwe didin bê ku tu kes alîkriya wan bike, li himber Daiş û dagirkeriya Tirkiyê şerekî mezin kirin û wê li hember çi dagirkeriya bê li ser xaka me û miletê me wê qebûl nekin û destkeftiyên mezin wê bi dest bixin.

Başa di dawiya axaftina xwe ev tişt anî ziman: em tu carî venagerin bi paşve em ê her dem gelê xwe li pêş bixin em ê bi destê gelê xwe bigrin da ku em bi hevre kar bikin û vê astengiyê têk bibin, çiqas dijmin xurt be wê nikaribe xaka me ji me bibe ev xak xaka meyê, tişta ku niha dibe berî niha jî hatiye kirin dîrok xwe vedgerîne ji destpêka vê şoreşê ev êrîş tên bi ser me de lê belê ev êrîş ne li ser kurdan tenê hat kirin li ser hemî pêkhateyan hatiye kirin û em ê li ber xwe bidin heta dawî û em ê bang li azadiya xwe bikin.

 

Back to top button