ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Çalakiya konvedanê ya kobanê di roja xwe ya 8’emîn de ye

Şêniyên Kobanê bi rêya çalakiyên konvedanê û çalakiyên cur bi cur li nêzî sînorên Tirkiyê bersiva gefên Tirkiyê li dijî herêmê didin.

Şêniyên Kobanê li gundê Qeremox ê bajêr li ser sînorê Tirkiyê sloganên girêdayî berxwedanê li dijî êrîşên Tirkiyê berz dikin û yekitiya pêkhateyên herêmê di heman eniyê de li dijî xetereya Tirk a ku parçebûna Sûriyê armanc dike, tekez dikin.

Çalakiya konvedanê piştî çend rojan ji gefên Tirkiyê ku dê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, di heman dema ku QSD’ê êdî DAIŞ’ê li Dêrazorê di berîka xwe ya dawîn de tengav kiriye, hat lidarxistin. Desteka Tirkiyê bi DAIŞ’ê re di dirêjahiya çend salên dawîn de bi belgeyan hate îsbatkirin.

Tevî bi dehan şêniyên gund û bajarokê kantonê saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi dorê tev li çalakiya konvedanê dibe. Di roja 8’emîn a çalakiyê de endamên Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê tev li çalakiyê bûn.

Pankartên bi nivîsên ‘Gefên we me natirsînin lê belê israra berxwedanê zêde dikin’, ‘Gefên we hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qels nakin’ hatine daliqandin.

Her wiha rojane şêx, jinên temenmezin, zarok, ciwan û jinên ciwan tev li çalakiyê dibin û hejmareke hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê di çalakiyê de berhemên xwe yên hunerî pêşkêş dikin.

Ji aliyekî din ve bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ên gundê Qeremoxê parastina çalakvanan dikin.

Beşdarên çalakiyê hemû bi rêya axaftinên xwe tekez dikin ku ji bilî berxwedanê, tu rêyeke din tune ye û bang li civaka navdewletî kir ku li hember binpêkirin û gefên Tirkiyê ji bêdengiya xwe derkevin.

ANHA

Back to top button