ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Li bakurê kurdistanê Partiyên kurd protokolek îmze kirin

li  bajarê Amedê Partiyên kurd protokola hilbijartinê îmze kirin.  Tevî Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, li navenda Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê ya (KDP-T)  li Amedê bi nûnerên partiyên kurd re, der barê hilbijartinê de protokol îmze kirin.

Bûldan di civîna protokolê de diyar kir ku ji bo hilbijartina 31’ê adarê wan yekitiya xwe pêk anîye û wiha got: “Ez niha spasiyên xwe li hemû partiyên ku ev protokol îmze kirine, dikim. Li ser me zext û zilmeke mezin heye lê ev hilbijartin ji bo me, gelekî girîng in. Armanca me ew e ku em hemû şaredariyên ku qeyûm lê hatine peywirdarkirin, bi dest bixin û hejmara şaredariyên xwe zêdetir bikin.

Ez dixwazim diyar bikim ku ev gava me, dê tevkariyê li yekitiya neteweyî jî bike. Em bawer in sînerjiya li vê derê, dê bandora xwe li rojavayê Tirkiyeyê jî bike. Wê demê em ê karibin di warê yekitiya neteweyî de sînerjiyeke mezin pêk bînin. Ji bo serkeftinê em ketine vê rêyê. Bila rêya me hemûyan vekirî be.”

 

Back to top button