ManşêtNûçe

Namzeta serokatiya meclisê ya HDP’ê diyar bû

HDP’ê piştî nîqaşên di civînê de, parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay weke namzeta serokatiya meclisê diyar kir

Namzetê şaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AKP’ê Bînalî Yildirim ku di heman demê de serokê meclisê bû, piştî ku ji serokatiya meclisê îstîfa kir ji bo serokê nû yê meclisê partiyan namzetên xwe diyar kirin.

Ji bo diyarkirina namzetê serokatiya meclisê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî nîqaş meşandin. Di civînên HDP’ê de parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay weke namzeta serokatiya meclisê hate destnîşankirin.

Serlêdana namzetiya Kemalbay dê îro saet di 15.00’an de ji aliyê heyeta serokatiya Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan ve radestî serokatiya meclisê bê kirin.

Back to top button