ManşêtNûçe

Muslim: Divê pêşî li planên Tirkiyeyê bê girtin

Berdevkê fermî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê têkçûna dagirkeriya DAIŞ’ê û geşedanên siyasî yên dawîn ji ajansa ANHA’yê axivî.

Muslim da zanîn ku dê bi qebûlkirina pergala neteweya demokratîk re destkeftiyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê mayînde bibin.

Salih Muslim anî ziman ku divê pêşiya dewletên ku DAIŞ’ê xwedî dikin bê girtin û wiha dom kir: “Dê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam bike. Ji ber ku şaneyên veşartî û bîrdoziya DAIŞ’ê li herêmê hene. Hin aliyên wekî Tirkiyeyê jî çeteyan xwedî dikin. Tirkiye dixwaze li Idlibê kirasê çeteyan biguhere û wan bide qebûlkirin. Ev mijara Sûriyeyê bi giştî ye û şerekî navneteweyî ye. Yek ji planên dewleta tirk ew e ku çeteyên Idlibê li Efrînê bi cih bike. Divê pêşî li planên Tirkiyeyê bê girtin.”

Dixwazin kurdan tune bikin

Muslim got ku dewleta tirk hebûna DAIŞ’ê ji xwe re firsend dît da ku armancên xwe yên sedsala 20’emîn nikarî temam bikira û wiha pê de çû: “Xwest bi destê kurdan temam bike. Dewleta tirk di despêka sedsala 20’emîn de rûm, ermen, suryan û pontus tune kirin. Bi awayekî vekirî dibêjin divê kurd di mêjiyê Tirkiyeyê de bên tunekirin. Kurdan bi berxwedanên mezin gelek serkeftin bi dest xistin û di şerê li dijî terorîzmê de bûn pêşeng. Ev serkeftinên kurdan li dijî fikrên dewleta tirk in.”

Statuya bakur û rojhilatê Sûriyeyê

Di berdewamê de jî Muslim got ku êdî divê hebûna kurdan û pergala neteweya demokratîk di qada navneteweyî de bi awayekî fermî bê qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber neqebûlkirina statuya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, heta niha statuya girtiyên DAIŞ’ê jî ne zelal e. Gelek dewlet dibêjin ji ber ku otorîteya bakur û rojhilatê Sûriyeyê nîne, em bi wan re nakevin nav danûstandinan. Ji bo ev çete dîsa tevgera xwe xurt nekin divê çareseriyeke siyasî bê dayîn. Ji bo mayîndekirina hin tiştan em dikarin hevkariyê di vî alî de bikin lê pêwîstiya qebûlkirina navneteweyî heye.”

Pirsgirêkên li pêşiya dewleta tirk

Berdevkê PYD’ê Salih Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: “Parastina bakur û rojhilatê Sûriyeyê heta astekê misoger bû. Heta ku pergala neteweya demokratîk ji hêla siyasî û dîplomatîk ve hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyeyê neyê qebûlkirin, destkeftiyên me mayînde nabin. Ya ku li dijî vê pergalê derdikeve, dewleta tirk e. Serkeftinên HSD’ê dîrokî ne. Pêvajoya ji Kobanê dest pê kir, li Dêrazorê ber bi dawiyê ve diçe. Berxwedana kurdan û pêkhateyan planên Tirkiyeyê guhertin. Tirkiyeyê pirsgirêkên navxweyî bi şerê li Sûriyeyê vedişartin. Lê bi ser neket. Bi dawîbûna pêngava Bagera Cizîrê re du pirsgirêk li ber dewleta tirk in. Yek mijara Idlibê û ya din jî pirsgirêkên hundir in. Ev pirsgirêk dê heta 31’ê adarê bimînin lê piştre dê biteqin.”

Back to top button