ManşêtNûçe

Koordînasyona KJK’ê: Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin

Koordînasyona KJK’ê got “Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo, di serî de li gelê Kurd ê ku li dijî mêtingeriyê bi îradeya xwe xwedî helwest e, li gelên cîhanê yên ku bi saya paradîgmayê perspektîfeke alternatîf a têkoşînê bi dest xistine, li hevrêyên xwe yên têkoşînê yên bi felsefeya azadiyê ve girêdayî ne û li gelên cîhanê yên ku bi saya Rêber Apo jiyanê exlaqî dimeşînin, pîroz dikin. Em hêvîdar in 4’ê Nîsanê bibe wesîleya azadî, hêvî, cesaret, hezkirin, baweriyê û zindîkirina nirxên mirovahiyê yên ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatine tunekirin.”

Di daxuyaniya KJK’ê ev tişt hate diyarkirin, “Rêber Apo bi xwedîderketina xwe ya wêrek a ku qedera nebaş a gelê Kurd guhert; gelê Kurd ji dubendiya teslîmiyet û nokeriyê ya ku di dîrokê de hatiye ferzkirin derxist. Ji ber vê yekê rê li ber serhildana bi sedsalan a Kurdan vekir, ku ev ferzkirina dualî qebûl nekirin û ji bo vê yekê têkoşiyan. Bi gotina wî, bi saya vê îradeya ku bi ked û hewldaneke mezin hatiye afirandin, gelê Kurd bûye xwedî helwesteke ku dikare hesabên faşîzm, mêtingerî û hêzên hegemonîk pûç bike. Pê re jî çanda kevnar, felsefeya jiyanê, tecrubeya têkoşînê daye têkoşînên li Rojhilata Navîn û dinyayê û ew kirine gelekî pêşeng. Mîna kulîlkek li ser zinaran şîn dibe, aveke li çolê, ronahiyek ku tariyê qul dike, wî rastiya nemumkin gihand heqîqetê. Rêber Apo yê ku mîmarê vê meşyê ye, rastiya xwe ya rêbertiya gelê Kurd ji vir distîne.

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALIYÊ BIDOMÎNIN

Jin a ku yekemîn çîn, zayend û mêtingeriyê ye ku zext ê hatiye kirin îro bi îdîayeke mezin li hemberî pergalên mêrserwer serî hildaye û ev tişt bi saya ked û hewldana mezin a Rêber Apo pêk hatiye. Di şexsê jinên Kurd de tecrubeya jiyana a ku ji mirovan dest pê kir û di nav civakê de belav bû a niha îlhamê dide tevgerên jinan ên li dinyayê. Ji ber vê em pergala tecrîda li ser Rêber Apo wekî gefeke li ser azadiya jinên Kurd dibînin. Polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê yên li Îmraliyê, li dijî hebûna me gefek e. Rêber Apo ji bo şertên di nav de digot ‘Ez nikarim bêhnê bistînim’, em guherandina van şertan wekî pirsgirêka xwe ya hebûnê dibînin. Em careke din îddîaya xwe ya pûçkirina polîtîkayên tecrîd û îzoloasyonê diyar dikin. CPT di serî de ya ku çû Îmraliyê lê rapora li ser rewşa Rêber Apo bi raya giştî re par ve nekir, em ê li hemberî van polîtîkayên durû yên saziyên navneteweyî, têkoşîna xwe bidomînin. Di heman demê de ji bo ku sazî û aliyên ku rewşa li Îmraliyê wekî rewşeke mirovî nabînin jî divê têkevin tevgerê û em ê di vî warî de jî têkoşîna xwe bidomînin.

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê li dijî faşîzm û hêzên hegemonîk berxwedaneke bênavber dike û bi paradîgmaya ku pêş xistibû, koletiya bedenî veguherand lêgerîna azadiya ku sînoran derbas dike. Asta azadiya fikrî û evîna heqîqetê ji xwe da destpêkirin û wî kariye bide her jin, çîna bindest, ciwan, tevgerên civakî û her mirovên ku li dereke dinyayê li ber xwe didin. Ne mêtingerî, ne faşîzm û ne jî hegemonan nekarîn pêşiya azadiya ji Îmraliyê bilind dibe, bigirin.

Em jinên Kurd em ê vê yekê têr nabînin û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo ku 74’emîn rojbûna Rêber Apo bibe sala dawî ya dûrketina me ya fizîkî ya ji wî, em ê bi pêngava xwe ya “bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê ve” têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em dizanin ku her destkeftî û pozîsyona ku me di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi dest xistiye, pêngavek e ku me nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike.

Ji bo têkbirina faşîzm û mêtingeriyê û ji bo avakirina jiyana azad em ê bi biryardarî meşa xwe ya Jin Jiyan Azadî bidomînin. Em ê sedsala 21’an bi şoreşa jinê tacîdar bikin.”

ANF

Back to top button