ManşêtNûçe

Saziya Malbata Şehîdan a Şengalê: Divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin

 

Saziya Malbata Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Di daxuyaniya Saziya Malbata Şehîdan a Şengalê de hate diyar kirin ku meha Nîsanê ji bo civaka Êzidî meheke pîroz e û wiha hate gotin:

Ji ber di baweriya me de ev meh kemilandina gerdûnê ye. Di vê mehê de tevahî gerdûn xwe nû dike û tevahî nebatên di gerdûnê de zindî dibin. Weke civaka Êzidî jî, her tim em divê mehê de yek ji cejnên xwe yên mezin pîroz dikin ew jî cejna Çarşema serê Salê ye. Bi naskirina Rêber Apo re êdî em 4’ê Nîsanê jî pîroz dikin. Ji ber ku Rêber Apo ji bo Kurdên di sînorê tunebûnê de bûn, bû hêviya jiyana nû. Weke biharekê di nava mejî û dil de reng da. Piştî civaka Êzidî fikrê Rêber Apo nas kir, tevahî meh bûn mehên biharê. Ji ber me bi ronahiya fikrê Rêber Apo jiyana azad û demokartik naskir. Me rêyên xwe rizgar kirina ji fermana, rêyên dawiya fermanan anînê naskir. Di oxira vê jiyana bi wate de me gelek şehîd jî dan, lê em weke Saziya Malbatên Şehîdan ji bo xwedî li ronahiya fikrên Rêber Apo derbikevin û ji bo em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin em ê her tim ji bo jiyana Azad û wekhev têbikoş in.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew weke civaka Êzidî rojbûna Abdullah Ocalan weke rojbûna tevahî mirovahiyê dibînin û ev tişt hate gotin, “Rêber Apo bi fikir û ramanê xwe bi ked û xwêdana eniya xwe di dilê tevahî gelan de ronî ava kir û hişt ku tevahî gelên bindest ji bo azadiya xwe têbikoşîn. Îro gelê Kurd û civaka Êzidî ne tenê ji bo xwe, ji bo azadiya tevahî gelan têkoşîn dike.

Weke Saziya Malbtên Şehîdan em jî dibêjin ji bo em xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin, ji bo em xeyalên wan pêk bînin, divê em civaka xwe, welat û xaka xwe azad bikin. Divê em dawiya fermana bînin. Lê belê berî hertiştî ji bo em van bikin divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Ji ber azadiya Rêber Apo azadiya jin, gel, welat û xak e.”

Back to top button