ManşêtNûçe

Kongra Star: Rojbûna rêbertî rojbûna me ye û azadiya wî azadiya me ye

Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Azadiya rêber Ocalan azadiya rasteqîn a hemû gelan e.”

Daxuyanî wiha ye:

“4’ê Nîsana salvegera 72’an a rojbûna rêber Abdullah Ocalan e yê ku tevahî jiyana xwe bi berxwedanê derbas kir û têkoşîna wî ya li girtîgeha Îmraliêy de ji bo azadî û rumeta gelê wî ye.

4’ê Nîsanê rojbûna rêbertiyê me ye ku em jî wekî rojbûna xwe dibînin û rojbûna mirovê azad e. Her wiha em salvegera 9’emîn a damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz dikin. YPJ’ê ji bo parastina tevahî jin û mirovahiyê fedekariyên gelek binirx dan û hîna jî didin. Em vê rojê li tevahî jinên têkoşer, gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em Koordînasyona Kongra Star vê boneyê li tevahî pêkhateyên gelên xwe, li rêbertiya xwe pîroz dikin û silametî û tenduristiyê jê re dixwazin. Em teqez dikin ku azdaiya rêber Ocalan azadiya rasteqîn e tevahî gelan e. Lê tecrîda ku li ser wî tê meşandin berdewama siyasetên înkarkirna gelê me û tevahî gelên bindest ên azadîxwaz e. Li ser vê yekê em bang li hemû rêxisitnên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin û rêbertî azad bikin.

Rêber Abdullah Ocalan bi hemû îrade û israr têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Ev îrade êdî ji gelên herêmê re bûye jêdera têkoşîna demokratîk, azadî, aştî û yekitiya gelan e. Em ji bîr nekin ku rêber Ocalan azadiya jinê wekî rêgezeke sereke esas girtiye. Ji ber vê yekê gelek jin tev li refên tevgerê bûn û li ji bo azadiya gelê Kurd û li dijî zihniyeta baviksalarî lûtkeyên çiyayan tê dikoşin. Di encama vê têkoşîna wan de, jin û civak li ser xeta azadî û fikirê rêber Abdullah Ocalan hatin birêxistinkirin. Damezirandina YPJ’ê jî berhemên vê têkoşînê ye.

Li ser vî esasî em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku di 4’ê Nîsanê de li dijî tecrîd û faşîzmê şer bikin. Divê em li mal, tax û tevahî deverên giştî daran biçînin û berpirsyariyên xwe li hemberî wî bi cih bînin, ji ber ku ew sebebê hebûna me ye. Dem hatiye ku em têkoşîna xwe ji bo jiyaneke azadî û azadiya fîzîkî ya rêbertî geş bikin.

Em bi serferzî û serbilindî xebatên rêbertî yên ji bo aştî û jiyaneke hevbeş bi bîr bînin. Divê em li tevahî qadan tê bikoşin heta ku azadiya rêbertiya xwe ji girtîgehên faşîzma Tirk misoger bikin.

Rojbûna rêbertî rojbûna me ye, azadiya wî azadiya me ye. Bi hev re em 2022’an bikin sala azadiya fîzîkî ya rêbetiya xwe. Careke din em rojbûna rêbertî pîroz dikin û soz didin wî ku em têkoşîna ji bo azadkirina wî ya fîzîkî bidomînin.”

ANHA

Back to top button