DaxuyanîManşêt

Rojbûna rêber Ocelan

Gelê Kurd di van rojan de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê ya ji cîhanê hatiye tecrîdkirin di şert û mercên dûrî mafên mirovan û girtiyan de pîroz dike, û tu qanûnên navneteweyî, qanûnên ku faşîzma tirk ji bo girtîgehên wê dayne, û ne tu qanûnên exlaqî ku faşîzma Tirk jê dûrketiye di şerê qirkirina ku li ser gelê kurd pêk tîne.

Rêber Apo li gundeke kurdî ji dayîkbûye debara xwe bi cotkariyê dike, lê bi zîrekiya xwe û bi nêrîna xwe ya taybet a li ser civakê û têkiliyên wê di nav hevrêyên xwe de cihêreng bû, bi nêrîn û ramaneke rexneyî li her tiştê serdest mêze kir û li riyên rizgariyê geriya, çawa ku wî jiyana mezinên dîrokê yên wekî pêxember, qasid, pîroz, bîrmend û reformxwaz û bandora wan li ser civakên wan di qonaxên zivirîna dîrokî de lêkolîn kir, wî hewl da ku wan û peyamên wan ji mirovahiyê re teqlîd bike, di nav de şopandina mînak pêximber Îsa Mesîh di avakirina komek şagirtan de di Newroza 1973 de heya ku di sala 1978’an de karî partiya xwe ava bike û piştre koçî herêma germ a Rojhilata Navîn bike, dema ku îmkanên têkoşîna wî teng bûn, piştî hemleya faşîst a dewleta Tirk ku li dijî wî û hevalên wî yên têkoşînê dabû destpêkirin, piştre vegera wî li têkoşîna xwe ya li Mezopotamyayê.

Rêber Apo destnîşan kir ku rizgariya gelê Kurd bi rizgariya gelên ku di dîrokê de bi hev re jiyan dikin û bi hev ve girêdayî ne û ji bo vê jî fikir, felsefe û nêrînên xwe pêş xist heta ku gihişte pêşketina felsefe û rêgezên neteweya demokratîk, ji ber vê yekê bû tehdîdek ji bo berjewendiyên hêzên hegemonîk ya ku berjewendiyên xwe misoger dike di riya dijminatiyê di navebra gelan de çêke û gurkirina pêvçûn û şeran di navebra wan de, di encamê de komployek navdewletî çêkir û wî radestî faşîzma Tirk kirin di sala 1999’an de, ku Rêbertî hê jî di nava şert û mercên tecrîda tam a ku ne ji aliyê hiqûqî û ne jî exlaqî ve nayên qebûlkirin de, di rewşeke di dîrokê de nedîtî de ye.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD rojbûna rêber Apo pîroz dikin, em gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê pîroz dikin ji ber tiştên ku rêberê wan di teorî û pratîk de pêk aniye û rê li ber rizgariya azad, bi rûmet û demokratîk vekiriye ku gelên tê de mirovahî û rûmeta xwe dûrî koletiyê hîs dikin. Her wiha em bang li hemû hêzên demokratîk û şoreşger ên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku ji bo azadkirina rêberekî ku bûye hêviya bi sed milyonan mirovan bibin yek û bi hev re bixebitin, ger azadiya fizîkî hebe û di hawîrdora xwe û hembêza gelê xwe de bijî dikare zêdetir bi dest bixe. Jidayikbûna rêber û mînakek wiha ji bo kesên ku raman û felsefeya wî dişopînin li ser riya avakirina civakek mirovî ku tê de edalet, wekhevî û azadî serwer be, tê wateya jidayikbûnek nû.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2022-4-3   

Back to top button