ManşêtNûçe

Rêber Apo sembola berxwedan û hêviyê ye

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 73’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanek nivîskî weşand û diyar kir wê Şengala xweser û azad li ser fikrê Rêber Apo, teqez were avakirin.

Di daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di baweriya civaka Êzidî de meha Nîsanê meha herî pîroz û meha vejîna gerdûnê ye. Di 4 Nîsanê de rojbûna Rêber Apo ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Çiqasî me wek civaka Êzidî dereng jî xwe gihanad fikr û ramanên Rêber Apo, lê dîsa jî em dikarin bibêjin me bi vî fikrî rê li ber fermanan girt.

Rojbûna Rêber Apo ji bo tevahiya civakên li Rojhilata Navîn girîng e. Civak careke din bi fikir û felsefeya xwe rabûye ser piyan, xwe nas kiriye û bûye xwedî îradeya mîsogerkirî. Em di serî de rojbûna Rêber Apo li tevahî gelên bindest, li gelê azadîxwaz û wekhev, li gelê Kurd, li tevahî mirovahiyê û li civaka Êzidî pîroz dikin.

Em weke civaka Êzidî, ji bo me Rêber Apo sembola berxwedan û hêviyê ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo piştî 74 fermanan, me çanda berxwedanî, li xwe xwedî derketinê xwenaskirinê pêk anî. Ji ber ku hemû desthilatdaran û dijminê mirovahiyê, civaka me bê rol û misyon hiştibû. Ew bê hêvî kiribû, ruhê berxwedanê tê de kuştibû. Hemû hêviyên civakê ji wê qut kiribû, lê careke din bi fikir û felsefeya Rêber Apo civaka Êzidî doza xwe nas kir û bi wê çandê xwe li ser piyan girtin. Ji ber ku li ser fikrê Rêbertî me çanda berxwedêriyê ava kir, loma jî dijminê mirovahiyê ku her li dijî hebûna azadiya gelane dewleta Tirk û hevkarên wê êrîşî ser me dikin. Dijminan şagirtên Rêber Apo ku hemû hêza xwe ji bo Şengala Xweser û azad xistin dewrê, ji Mam Zekiyan bigire Heya Zerdeşt, Seîd û Merwan Bedel bi dehan pêşengên me kirin hedef. Van pêşengên civakê xwe îqna kiribûn ku ji bilî projeya Rêber Apo tu tiştekî din nikare birîna Êzdiya bikewîne.

Bi hezaran keç û jinên Êzidî ketin destê çeteyan û bûn qurbaniyên sîstema desthilatdar. Her wiha di milê jin de piştî hezaran sala ji pelçiqandinê, tunekirinê, bê îradekirinê ji nasnama xwe ya zayendî şermkirinê, bi fikirê Rêber Apo jinên Êzidî zincîra koletiyê qetandin, ber bi azadiya xwe û avakirina civaka wekhev û demokiratik beziyan. Nasname û hebûna xwe xwedî derketin. Evîna jiyana azad bû hedef û armancê wan.

Ji ber ku rêya çareseriya pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de diqewimin bi azadiya Rêbertî ve girêdaye, hêzên desthilatdar, di serîde dewleta Tirk a dagirker tecrîd daniye ser Rêbertî. Ev tecrîd li ser tevahî civaka azadîxwaz û mafdar tê meşandin. Îrade û girêdana gel û Rêber Apo weke goşt û neynûkê ye. Ev berxwedaniya ku tê kirin ku bi hezaran kesan ji bo vê tecrîdê bişkînin û faşîzma heyî hilweşînin canê xwe dane ber mirinê, vê girêdanê ku nava gel û Rêber Apo dide diyarkirin. Ev hêz, bawerî û berxwedan ji rastiya Rêber Apo tê.

Ji bo vê jî em Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi fikir û felsefeya netewa demokratîk bûne xwedî proje û îrade. Di hemû aliyan de bûne xwedî biryar. Êdî em serî ji tu kesî re natewînin, ber bi xweserî û mafê xwe yê rewa dibezin. Em wê sozê didin Rêber Apo û şehîdên Êzdîxana Pîroz ku Êzidxaneke xweser û azad weke ku ew dixwazin, ava bikin. Em bi serfirazî tê de bijîn.

Îroj ji aliyê Iraq , PDK’ê û dewleta Tirk ve em rastî gelek astengiyan ve tên. Loma em bang li gelê xwe dikin li dora ramanên Rêber Apo kom bibin, xwedî li xeta Rêbertî derkevin û bi planên dijmin ku niha li ser Şengalê tên meşandin, neyên xapandin. Careke din em 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên bindest û azadîxwaz, taybet li civaka xwe pîroz dikin.”

ANF

Back to top button