ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Kongira yekemîn ya rêxistina PYD’ ê li navçeya Çilaxa hat li dar xistin

Kongir Bi dirûşmeya “Bi vîna azad û rêxistinkirî em ê Efrîn rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin, bi beşdarbûna 168 delegeyên partiyê, mêvan ji nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên êlan li navenda çand û hunerê ya navçeyê hate li dar xistin.

Kongir bi deqeyek rêzkirtin dest pê kir paşe hilbijartina endamên dîwanê hat hirin. Axaftina destpêkê ya kongirê ji aliyê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê Şahoz Hesen ve hat kirin.

Şahoz Hesen destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bi saya fedekariya şehîdan û bilindkirina têkoşînê dikarîn asta rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û terorê têk bibin. Hesen got: “Em ne tenê şerê DAIŞ‘ê dikin, lê di heman demê de şerê Tirkiyê dikin ku DAIŞ‘ê wekî amûr ji bo xwe bi kar tîne. Tirkiyê dixwest bi rêya çeteyên xwe jiyana me ya azad li Bakurê Sûriyê veguherîne koletiyê û şoreşa Rojava têk bibe, her wiha hewl dide serkeftinên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibe.”

Şahoz Hesen di berdewama axaftina xwe de got:”Hîna em bi pêşberî xeteriya koçberkirin û qirkirinê rû bi rû ne. Tirkiyê bi fikrê xwe yê nejatperest hewl dide serdema osmanî vegerîne. Lê planên wê ne tenê Bakurê Sûriyê, di heman demê de tevahî xaka Sûriyê dike hedef.”

Di kongreyê de her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdann û Kongireya Star axaftin hatin kirin. Di axaftinan de lidarxistina kongirê hate pîrozkirin û rola PYD‘ê di şoreşê de di pêkanîna demokrasiyê di navbera gelan de hate destnîşankirin.

Kongire bi xwendina rapora salane ya partiyê û nirxandina wê ji aliyê beşdaran ve dewam kir.

di dawiya kongreyê de endamên nû yên Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Çil Axa ku ji 12 kesan pêk dihat hatin hilbijartin.

 

Back to top button