ManşêtNûçe

Konferansa jinên Tebqayê dest pê kir

Bi sedan jinên Tebqayê, şandeyên ji rêxistin û tevgerên jinan ji tevahî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat, tev li konferansê bûne, konferans li Akademiya Şehîd Xalid Elêwî tê lidarxistin

Konferans bi dirûşma “Têkoşîna jinan ji bo azadiyê, têkoşîna azadiya mirovahiyê ye” ku rêveberiya konferansê hilbijart, konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Ebdul Elrezaq axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Emîne îşaret bi rola sereke ya jinan li herêmên herî dawî ji çeteyan hatine rizgarkirin, kir.

Emîne her wiha di axaftina xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê jin ji mafên xwe di jiyanê de mehrûm hiştibûn, îro jî li hember derbeyên giran ji şervanên QSD`êli baregeha wan a dawî li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyêv têk diçin.

Tê payîn ku axaftin li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Meclisa Jinên Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê werin kirin. Her wiha wê rewşa siyasî ji aliyê MSD`ê ve were nirxandin.

Di konferansê de xebatên jinan li Tebqayê bi rêya belgefîlmekê were diyarkirin, her wiha dê xebatên Rêveberiya Jinan li Tebqayê werin nirxandin. Di heman demê de, dê rêziknameya jinan were xwendin û were nirxandin. Paşê, dê 7 jin wek Rêveberiya Jinan a Tebqayê werin hilbijartin. Di dawiyê de dê daxuyaniyek were dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ev cara yekemîn e ku konferansa jinan tê lidarxistin.

ANHA

Back to top button