ManşêtNûçe

sibê partî û hêzên siyasî yên kurdî li hev dicivin

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê – Rojava (KNK-Rojava) de ku ji bo yekitiya gelê Kurd dest pê kiriye, dê sibê civîneke berfireh bi beşdarbûna 27 partiyên siyasî yên kurdî, 16 kesayetên serbixwe, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ku banga KNK`ê ya qonaxa yekemîn bi cih anî, were lidarxistin. Civîn dê li Eywana Zana ya bajarê Qamişlo were lidarxistin.

Komîteya KNK-Rojava, roja pêncşema derbasbûyî di civîna xwe ya asayî de ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn a ji bo yekitiya gelê Kurd bû. Komîteyê ragihandibû ku ew ê civîneke berfireh bi beşdarbûna hemû partiyên siyasî û hêzên siyasî yên Kurd de di demeke nêz de li dar bixin.

Komîteya KNK-Rojava di çarçoveya qonaxa yekemîn de ku di Mijdara 2018`an de ragihand, serdana hemû partî û hêzên siyasî yên kurdî kir. KNK`ê di serdana xwe de, li ser yekitiya hêzên kurdî li hemberî xetere û komployên li dijî gelê Kurd teqez kir.

Endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Derya Remedan  der barê civînê de ev agahî da “Me vexwendname bi rê kirin ji hemû partiyên siyasî re. Wek destpêk hemû partiyên ku banga me bersivand, dê beşdarî civînê bibin. Di civînê de, dê her kes pêşniyara xwe bibêje da ku em bigihîjin biryarên ku dikevin ximzeta Kurdan.”

ANHA

 

Back to top button