KON-MED ku rêxistina sîwanî ya herî mezin a Kurdên li Elmanyayê ye, bi daxuyaniyekê ragihand ku di 100 saliya peymana Lozanê de wê bi dirûşma ‘Statu ji Kurdan re’ û ‘Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’ 2’ê Îlonê li gelek bajarên Elmanyayê meş û çalakiyan lidar bixin.
KON-MED’ê ji bo çalakiyan banga tevlîbûnê kir û got, “Piştî tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê zêde bûn. Sazî û dewletên navneteweyî yên pêwendîdar li hemberî van êrîşên ji sûcê li dijî mirovahiyê û dijî hiqûqê bêdeng mane. Weke gelê Kurd li dijî vê bêdengiyê em dakevin qadan. Em têkoşîna xwe ya ji bo statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin.”
Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan a 2’ê Îlonê bi vî rengî ye:
Dusseldorf: Li pêşiya DGB Haûs
Saet: 13:00
Berlîn: Breitscheidplatz
Saet: 16:00
Hambûrg: Li pêşiya Hauptbahnhofê
Saet: 15:00