JinManşêtNûçe

Keça Kurd Yasmîn Muqbilî çavdêriya firîna fezayê dike

Roja şemiyê Daîreya Hewayî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) û Kampanyaya veguhastina fezayê SpaceXa Elon Musk 4 astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî.

Moqbilî 40 salî ye û eslê wê vedigere bajarê Mehabadê, li rojhilatê Kurdistanê “Îranê” û li wir di (24.06.1983) de li bajarê Bad Nûheim ê Almaniyayê ji dayîk bûye ,Jasmine zêdetirî 2,000  tecrûbeyenre firîn derbas bû, û 150 demjimêran operasyonên hewayî, tevî operasyonên li Afganistanê.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBC ya Amerîkî, Yasmine got ku ji zarokatiya xwe ve, wê dixwest bibe astronot, û dema ku ew beşdarî artêşa Amerîkî bû, ew beşdarî hêzên hewayî bû, bi hêviya ku rojekê ew bibe astronot.

Yasemîn yek ji wan çar astronotan e û çavdêrî û serpereştiya firînê dike û astronotên din jî ji Yaban, Rûsiya û Danîmarkê ne û bi biryar e rêwîtiya wan zêdetir ji şeş mehan bidome.

Di sala 2005an de, dema ku bawernama xwe girt, Yasmîn Moqbilî tevlî hêzên deryayî yên Amerîkayê bû û piştre ji bo bibe pîloteke leşkerî perwerde dît. Paşê bawernameya macisterê di endezyariya astronot de wergirt, paṣê zewicî ye û du keçên wê hene, di sala 2017an de tevî 22 astronotên ciwan bi armanca perwerdehiyê tevlî NASAyê bûye û di sala 2020an de li gel 13 akademiya NASA xwendina xwe temam kiriye.

Heta niha Yasmîn Moqblî 4 madalyayên leşkerî ji hêzên deryayî û hewayî yên Amerîkayê bidest xistine.

Back to top button