ManşêtNûçe

KON-MED: Divê demildest xeteriya li ser Abdullah Ocalan bê ronîkirin

Hevserokên KON-MED’ê Ruken Akça û Kerem Gok diyar kirin ku ji Tebaxa 2019’an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û gotin, “Agahiyê gelê Kurd ji tenduristî, ewlehî û rewşa heyî ya Rêberê xwe Abdullah Ocalan nîne. Tevî hemû hewldanan berdewamkirina tecrîdê û agahî negirtinê, fikarên me kûrtir dike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku agahiyên ku dewleta Tirk nameyên bênav-bênavnîşan ên gefxwarinê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane, di çapemeniyê de cih girtine û hate gotin ku ev yek nîşan dide ku rewşa li Îmraliyê giran e, divê demildest xeteriya li ser Abdullah Ocalan bê ronîkirin.

KON-MED’ê destnîşan kir ku, li dijî vîna bi mîlyonan Kurdistanî Abdullah Ocalan pêkanînên dijmirovahî ketine dewrê û hate gotin ku divê bi lezgînî agahî were girtin. Di berdewamiyê de ev tişt hate gotin, “Rêber Apo ne mirovek ji rêzê ye, hemû jiyana xwe fedayê doza azadiyê Kurdistanê kiriye û xwedî felsefeya azadiyê ya serdema me ye.

Fikrên wî ji hêla mîlyonan ve têne pejirandin û ji gelên cîhanê re bûye îlham. Rêber Apo li hember şerên parçekirin û qirkirinê yên li Rojhilata Navîn paradîgmaya çareseriyê pêş xistiye. Ji ber vê xwedîderketinek xurt dixwaze.

Em dizanin ku ji ber rola ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî bi taybet pirsgirêka Kurd de lîstiye û wê bilîze, tecrîdeke giran tê meşandin û ev tecrîd hema hema bandor li hemû Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn kiriye.

Ji bo vê jî di asteke bilind de xwedîderketina li Rêber Apo, rewşek bihêztir tê bidestxistin.”

Daxuyaniya KON-MED’ê wiha berdewam kir: “Eger îro em agahî ji Rêber Apo, tenduristî û jiyana wî nagirin, rastiya ku xwedîderketina me têr nake derdikeve holê. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi çalakiyên curbecur ên berdewam, pêk bînin û mudaxeleyî pêvajoyê bikin.

Em ji bîr nekin ku tecrîd û pergala êşkenceya giran a li ser Rêber Apo tê meşandin, êrîşeke qirkirinê ya li ser gelê Kurd e. Ji ber vê yekê weke KON-MED’ê em bang li gelê xwe dikin ku ji îro pê ve bi çalakiyan bê navber têkoşînê mezin bikin.”

ANF

Back to top button