ManşêtNûçe

Meclisa leşkerî 3 şehîd oxir kir li bajarê Kobanê

Meclisa leşkerî ya Minbic û şêniyên bajarê Minbicê û Kobanê 3 şehîdên ji meclisa Minbicê ya leşkerî ku di encama hedefgirtinekê de bi erebeya bombekirî gihaştin asta şehadetê li goristana şehîdan ya bajarê Kobanê oxir kirin. Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk tevlî merasîmê şehîdan bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir, paşê bi navê Meclisa Minbicê ya leşkerî rêheval Ebû Elî axivî:

Îro em 3 şehîdên xwe yên pakrewan oxir dikin, em ê bi hemû hêza xwe canê xwe feda bikin ji bo berdewamkirina riya têkoşîna wan.

Di berdewamiya axaftinên xwe de got: Em di meclisa Minbicê ya leşkerî de û bi navê hemû şervanan ji malbatên şehîdan sersaxiyê dixwazin û soz didin gelê xwe ku emê erka xwe ya parastina welatê xwe berdewam bikin heta bidestxistina ewlehî û aramiyê.

Merasîmê şehîdan bi berzkirina druşmeyên ” Şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button