ManşêtNûçe

KON-MED banga tevlîbûna çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kir  

Hevserokên KON-MED’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Em hêvîdar in 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li dinyayê, li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bibe wesîleya ku hemû pirsgirêkên civakî li ser bingeha demokrasiyê were çareserkirin û bibe wesîleya azadî, aştî û biratiyê.”

Di dûmahîka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe yên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê canê xwe feda kirine, bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Hêzên modernîteya kapîtalîst û netewe-dewlet polîtîkayên xwe yên serwer, mêtinger û kaosê didomînin.  Ji ber van polîtîkayan Rojhilata Navîn bûye deryaya xwînê. Li ser gelê Kurd terora çar netewe-dewletên cihê tê kirin.

Rejîma faşîst a Erdogan, AKP û MHP’ê di pêvajoya xwe ye herî xetere de ye û li ber hilweşandinê ye. Ji bo ku vê hilweşandinê dereng bixîne û temenê dewleta faşîst dirêj bike, dagirkeriya li ser Kurdistanê bi şerê li Metîna, Zap û Avaşînê leztir kiriye. Bi çekên kîmyewî re dixwazin Kurdan qir bikin. Hemû endamên NATO’yê wê nikaribin xwe ji şirîkatiya sûcê terorê yên Tirkiyeyê rizgar bikin. Bi taybetî Elmanya şirîkê sûc e. Di warê ekonomîk û siyasî de piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker.

Wekî siyaset û polîtîkaya vî şerê dagirkerî û qirkirinê tecrîd û êşkenceya li ser Rêbertiya me, sebra me û gelan qedandiye. Divê gelê me û hemû alîgirên demokrasî û azadiyê li hemberî van êrîşan têkoşîneke radîkal bimeşîne.

Em dixwazin bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê her kes piştgiriyê bide şîara me ya ‘Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re.’

Gelê Kurd di serî de em bang li hemû kesan dikin ku telî çalakiyên roja aştiyê bibin û li hemberî şeran dengê aştiyê geş bikin.”

ANF

Back to top button