Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li Efrîna dagirkirî û wêrankirina xwezaya wê didomînin. Daran dibirin û dikin komir û li sûkên li herêmên dagirkirî difiroşin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser malpera xwe ya fermî dîmenek belav kir. Di dîmenê de hovîtiya çeteyên dagirkeriya Tirk a qutkirina darên li derdora gola Meydankê eşkere dibe.
Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirk darên zeytûnê bi hinceta firehkirina rêyan û avakirina avahiyên mêtingehiyê dibire.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hejmara darên xwe ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di dirêjahiya salên dagirkirinê birîne, 44 hezar e. Ji wan 32 hezar darên zeytûnê ne.
ANHA