ÇalakîManşêtNûçePYD

Meclîsa Jin û Jinên Ciwan broşurên hişyariyê li herêma Reqayê belav dikin

Îro Duşemê, Meclisa Jinan û Rêxistina Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi hevrêziya Komîteya Tenduristiyê li Reqayê, zêdetirî 150 broşurên hişyariyê li jinan li kolana Til Ebyad û taxa Diriyê belav kirin.

Di van broşuran de çend tiştên hişydar ên taybet bi jinan hene, di nav de xetereyên zewaca zû û bandora çixareyê li ser tenduristiya wê.

Ev çalakî di çarçoveya hemleya ku ji aliyê Komîteya Tenduristiyê ve li Reqayê ji bo perwerdekirina jinan ji bo kêmkirina zewaca di temenê biçûk de pêk tê, ji ber bandora wê ya girîng li ser tenduristiya jinan û ji bo lênihêrîna jinan ji tenduristiya xwe û tenduristiya malbat û civakê bi giştî her wiha ji nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê yên di civakê de rû didin xilas bibin.

Back to top button