ManşêtNûçe

Komkujiya Helîncê li pêşiya bargeha Rûsî li Kobanê hate şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li gundê Helîncê ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan pêk anîbûn, duh 6-26 Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê çalakiyeke protestoyî li ber baregeha leşkerî ya Rûsya ya li gundê Îzaa ya rojavayê Kobanê li dar xist.

Şandeyek ji 5 kesan pêk hat: Emîna Cidû, Kîlo Elî, eyes Efendî, Arf Balî û Bekir Ceradî, her wiha derbasî baregehê bûn û dosyayek radestî berpirsên baregehê kirin. Di dosya de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Kobanê, komkujiya 25’ê Hezîrana 2015 û komkujiya 23’ê Hezîranê ya li gundê Helîncê hatin parvekirin.

Şandeyê qederê saet û nîvekî bi berpirsên baregehê re hevdîtin kirin û dosya radestî wan kirin. Her wiha ji wan xwest ku li hemberî van komkujiyan helwesta xwe diyar bike.

Şandeyê diyar kir ku fermandarê polîsên leşkerî yê Rûsyayê diyar kir ku hebûna wan a li herêmê ji bo pêkanîna aştiyê û parastina sivîlan û gotin dê nameyê radestî aliyên têkildarî bikin. Fermandarê Rûsî her wiha soz da ku wê derbasê vê komkujiyê de lêpirsînê vekirin û nehêlin ku mîna vê komkujiyê pêk were.

Çalakî bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

Back to top button