ManşêtNûçe

​​​​​​​El-Xebaşî: Divê gelên herêmê rastiya planên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn nas bikin

Dewleta Tirk a dagirker raste rast bi awayek leşkerî destwerdana dewletên Ereb dike û komkujiyan pêk tîne. Hewl dide bi fen û fîtan û derxistina aloziyan  gelên herêmên Rojhilata Navîn bixapîne û herêmê dagir bike. Dewleta Tirk parastina sivîl û îslamê dike hincet, da ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne.

El- Xebaşî di destpêka axafgina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk, bi taybetî serokê wê Erdogan ji sala 2006’an, anku piştî Condoleezza Rice teoriya bihara Ereban ragihand, ji bo perçebûna herêma Rojhilata Navîn, ronahiya kesk ji dewletên mezin werdigirt. Tirkiyê li gelek dewletên Erebî roleke sereke list, destpêkê di sala 2003’an de li Iraqê roleke mezin di hilweşandina artêşa Iraqê de list. Baregehên xwe ji bo balafiran vekir û baregehên leşkerî yên Iraqê bombebaran kir û hilweşand.”

El-Xebaşî axaftina xwe wiha domand: “Ji destpêka derketina şoreşên erebî ve alîgirên Tirkiyê derketin ku dewleta Tirk wan ji bo afirandina fitneyê dide tevgerkirin. Li Tûnisê agirê fitneyê dada, li Misirê bi koma Îxwan El-Muslimîn koordînekir û hewl da welat wêran bike. Wekî gava sêyemîn Tirkiyê berî da Sûriyê, milîsên teorist ên ji tevahî cîhanê li derdora xwe kom kir. Bi koordîneya hin dewletên Erebî yên ku destek dan projeye koordîne kir, bi taybet jî dewleta Qeter ê. Rola Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve sereke bû. Alozî afirand, Sûriye bi temamî wêran kir, çete û milîsên xwe kom kirin û şandin Sûriyê. Her wiha devereke ewle ji bo wan li başûrê Tirkiyê peyda kir. Dîsa jî rêyeke ewle ji bo derbaskirina çeteyan vekir. Bi rêya îstîxbarata xwe desteka madî û çekan da wan. Ev hemû amadekariyên dagirkirin û wêrandina welat bûn.”

El-Xebaşî diyar kir ku Tirkiyê bi navê Îslamê û bi rêya rêxistina Îxwan El-Muslimîn  a ku li plan û fikirên wê li dewletên Erebî pêk tînin, hewl dide xîlafeta Osmanî vegerîne û got: “Dewleta Tirk  îslamê naparêze, tenê bikar tîne. Heke gotinên wê cidî bin, çima protestoyên Bannasên Sor rewa dike û destûrnameyan dide wan. Ev hemî di olên xwedayî de qedexe ne.”

El-Xebaşî  destnîşan kir ku divê gelên herêmê rastiya planên Tirkiyê yên li herêmên erebî nas bike û got: “Ev rol dikeve ser milê dezgehên ragihandinê. Divê ragihandin  rastiya xîtaba gel û siyasî ya ku Tirkiye pê gel dixabîne ji kolana Erebî re eşkere bike. Tirkiye îdia dike ku ew gelên herêmê bi taybet gelê Fililstînê diparêze. Lê ev gotin ne rastin.  Çawa dewleta ku bi xwe dagirker e mafên gel biparêze. Têkiliya bi Îsraîlê re mînaka herî mezin a vê yekê. Tirkiye dewleta herî mezin piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku di  warê leşkerî de bi Îsraîlê re hevkar e. Dewletên Ereb bêdeng in, ne li gorî gotinên xwe tevdigerin. Gelek jî hene têkiliyên wan bi Îsraîl û Tirkiyê re hene. Ji gel û welatiyan tê xwestin ku rejîma Tirkiyê nas bikin, planên wê yên talankirina nas bikin. Armanca Tirkiyê ew e ku welatiyê Ereb li ser axa xwe kole bimînin.”

El- Xebaşî êrişên Tirkiyê yên li ser başûrê Kurdistanê û gundên Kurdan, dagirkirina herêmên Sûriyê û revandin û girtina sivîlan şermezar kir û wiha domand: “Tiştên ku li Sûryiê rû didin, ji dagirkirin, êriş, her wiha kuştin û revandinê li herêmên Erebî divê bi alaqiya erebî were nişandan. Li hemberî van bûyeran bêdeng neminin. Ji ber çavgirtina li van bûyeran dihêle ku Erdogan zêdegavî û kiryarên xwe zêde bike.”

General Mihemed El-Xebaşî di dawiya axaftina xwe de bang li rojnameger, kesê xwedî  wijdan û rûmetê kir ku bi rihê welatparêziyê tevbigerin û li hemberî komployên Tirkiyê bisekinin.

ANHA

Back to top button