ManşêtNûçeRêveberiya XweserXizmet

Komîteya Tenduristiyê ya Dêrezorê li Nexweşxaneya Giştî ya El-Kesra beşa klînîka çavan vekir

Li gorî rûpela Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê li nexweşxaneya El-Kesra beşa klînîka çavan vekir, ku yekem car li herêmê ye, di bin çavdêriya doktorekî pispor de ku her hefte rojên Çarşem û Pêncşemê nexweşan pêşwazî dike.

Her wiha di vî beşî de gelek alavên pêşketî ji bo kontrolkirina nexweşan dihewîne, hene

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê di Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêra Zorê de Zair Elkirêd wiha got: “ komîte li ser avakirina beşa lênêrîna giran a Nexweşxaneya Giştî ya El-Kesra û beşa taybet a zarokan dixebite. û dabînkirina nexweşxaneyan bi ambûlansan, ji bo cîbicîkirina encamên konferansa bilindkirina ewlehî û aramiyê li Dêrezorê.”

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê di Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê de destnîşan kir ku armanca van xebatan aktîvkirina sektorên tenduristiyê yên curbecur û çêkirina xizmeteke tenduristiyê ya yekgirtî û yê bêpere ji bo hemû herêmên Dêra Zorê ye. bi piştgirîkirina sektora pijîşkî û sivikkirina êş û azarên gelê herêmê ye

Back to top button