ManşêtNûçe

Çalakiya girtiyan di roja 6’emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne

Welatiyên li Wanê ku piştgirî dan çalakiya girtiyan a bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’, diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin, di roja 6’emîn de berdewam dikin. Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de tên domandin, dê heta 15’ê Sibata 2024’an bi awayekî dorveger dewam bikin.

‘DIVÊ EV ZILM BI DAWÎ BIBE’

Welatiyên ku di Civîna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê de li hev civiyan, diyar kirin ku daxwazên wan û yên çalakgerên di greva birçîbûnê de heman daxwaz in. Kadîr Çîçek anî ziman ku li gund, kolan, tax û girtîgehan zilm li kurdan tê kirin û got: “Dixwazin dengê me bitepisînin. Lê çi qas zext û zilm bê kirin jî dê têkoşîna me xurttir bidome. Em amade ne ku piştgiriyê bidin girtiyên xwe yên li zindanan di grevê de ne. Çawa ku girtî li zindanan li ber xwe didin, divê em jî li derve piştgiriyê bidin berxwedana wan. Heta ku em netêkoşin em ê tiştekî bi dest nexin. Divê desthilatdariya heyî gavinan biavêje. Ev zilm û zordarî divê bi dawî bibe.”

Şahabettîn Elsîs diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û grevên birçîbûnê divê her kes dengê xwe bilind bike û wiha got: “Pêwîst e parêzvanên mafê mirovan û rûsipiyên kurdan ji bo şikandina vê tecrîdê li hev bicivin û bixebitin. Heta em nebin yek, dê pirsgirêkên me bi heman awayî bidomin.”

Mustafa Yalçinkaya jî wiha got: “Li girtîgehan destpêkirina grevên birçîbûnê, bandoreke mezin li me hemûyan kir. Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên din were rakirin. Em dikarin bi xwedîderketineke xurt van polîtîkayan bidin sekinandin. Divê em li qadan û kolanan dengê xwe bilind bikin. Yekane daxwaz û xwesteka me azadiya me ye.”

‘GER HEVDÎTIN ÇÊBIBE DÊ KRÎZ BIQEDE’

Îbrahîm Sungur anî ziman ku divê destekê bidin çalakgerên greva birçîbûnê û wiha axivî: “Divê bajar bi bajar, navçe bi navçe em piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Divê ne ji girtîgehan, ji kolanan dest pê bike. Lê belê ancax bi vî awayî dengê me bibihîzin. Êdî li kuçeyan dem dema çalakiyên bêîteatiya sivîl û demokratîk in. Tecrîd wê bi berxwedaneke xurt bê şikandin. Wê bi têkoşîn û yekitiyeke xurt bê şikandin.”

 

Emîn Orhan jî bang li hemû derdoran kir ku bibin dengê girtiyan. Orhan got: “Zindan ne cihê greva birçîbûnê ne, girtiyên me jixwe nexweş in û di bin zextan de ne. Grev ji bo gel e, ne ji bo girtiyan. Ger gel piştgiriyê nede dê ev bibe xeletî û şaşiyeke mezin. Divê boykot bên kirin, grev bên destpêkirin. Sedema bingehîn a van krîz û aloziyan jî ew e ku ji Îmraliyê deng dernakeve. Eger hevdîtin bên kirin dê krîz û şer bi dawî bibin.”

 

‘EM DIXWAZIN TECRÎD BÊ RAKIRIN’

 

Mehmet Keser diyar kir ku tecrîd li ser hemû kurdan tê meşandin û got: “Divê ev gel êdî serî hilde. Rêberê gel bi salan e di girtîgehê de ye. Ji sedî 70’yê kurdan niha daxwaza rakirina tecrîdê dikin. Dema ku tecrîda li ser Ocalan rabe, dê ev pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bên çareserkirin. Têkoşîna li zindanan bilind bûye ji bo me hemûyan e. Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşînê.”

 

Selahattîn Ertaş jî got: “Ev têkoşîn ya me hemûyan e. Mirov ber bi mirinê ve diçin û bedena xwe didin ber birçîbûnê. Pêwîst e her kes hay ji vê yekê hebe. Ev têkoşîn têkoşîna Kurdistanê ye û divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşînê.

Back to top button