ManşêtNûçe

Kombûna Jinan a Zenûbiya hedefgirtina Mizgîn Kobanê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan pêk tîne, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, ji wan sûcan jî şehadeta yek ji fermandarên QSD`ê Mizgîn Kobanê ye.

Dewleta Tirk a dagirker 2`yê Tîrmehê li Reqayê bi balafireke bêmirov êrişek pêk anî, di encamê de yek ji fermandarên QSD`ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û gelek hevalên din jî birîndar bûn.

Endama rêveber a Nivîsgeha Perwerdê Nesrîn El-Ebid daxuyanî xwend.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniyê de ev tişt got: “Sûcê dewleta Tirk li dijî şehîd Mizgîn pêk aniye ne yê yekemîn e, ev jî isbat dike ku ji têkoşîna jina şoreşger a azad ditirse ku gelek derbe li dagirkeriyê û rêxistinên wê yên terorîst dan.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Fedekariya şehîdên me ji bo me hêz e da ku têkoşîna xwe berdewam bikin, dagirkierî û çeteyên wê ji axa xwe derxin û têk bibin.”

Di daxuyaniyê de ev sûc û sûcên dermirovî yên li dijî şehîdan hatin şermezarkirin û bang li dewletên garantor hate kirin ku bi erkên xwe li hember êrişên dewleta Tirk ên bênavber rabin û bi dawî bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya soz da ku ew ê têkoşîn û berxwedana di bin ala yekitiya neteweyî û demokratîk de pêk bînin û li hember hemû hewl û planên ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk bisekinin û armancên şehîdan heta serkeftinê bişopînin.

ANHA

Back to top button