ManşêtNûçe

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Parêzeran banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da û tê de tecrîda li ser rêber Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate şermezarkirin.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm daxuyanî xwend û wiha hate gotin: “Desthilatên faşîst ên Tirkiyê “cezayan dîsplînê” bi 3 mehan li ser rêber Ocalan bêyî ku agahiyê bide malbatê yan jî parêzerên wî ferz kir. Dewleta Tirk ji 2 salan bê navber cezayan li ser rêber Ocalan ferz dike û tu girêdana wan cezayan bi qanûnê ve tune ye, tenê paşxaneya wan siyasî ne.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cezayên herî dawî jî biryara Dadgeha Înfazê ya Bursayê ye ku 3 meh ceza li ser rêber Ocalan birîn. Ceza ji 31 Gulanê ve dest pê dikin.

Nivîsgehê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê rêber Ocalan de azadiya jinan û vîna wan hedef digire. Ji ber jin di azadiya civakê de xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ev ceza binpêkirina mafên mirovan, mîsaqa NY’yê û peymanên navneteweyî ye, bi taybet peymanên navneteweyî yên hiqûqa sivîl û siyasî yên 1966’an e. Li gorî wê divê civata navneteweyî, sazî, rêxistinên mafên mirovan nexasim CPT hesab bixwazin, her wiha divê Dadgeha Sûcên Navneteweyî ya li Lahay û Dadgeha Mafên a Ewropa ya li Strasbourgê hesab bixwazin.

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin ku tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin, her wiha bang li azadîxwazên li cîhanê kir ku li hember van sûcên dermirovî bisekinin, tesbît û belge bikin û ji raya giştî û gelên cîhanê re ragihînin, da ku zextê li hikumeta Tirkiyê bikin ku dev ji cezayên dermirovî berdin, parêzer û malbat rêber Ocalan bibînin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

Back to top button