ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser qanûna 54`an taybet bi parastina mafên zarokan ragihand

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30`ê Hezîrana derbasbûyî, qanûna 54`an a taybet bi parastina mafên zarokan ragihand, ji wan mafên; xwendin û destekdayîn heye.

Têkildarî qanûnê hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê ji ANHA’yê re axivî û got: “Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî Desteya Jinan, Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan û hemû aliyên taybet bi zarokan reşnivîsa qanûnê radestî Meclisa Giştî û Nivîsgeha Qanûnê kir û biryar da, me di 30-6-2022`yan de qanûna parastina mafên zarokan ragihand.”

Etê da zanîn ku armanca qanûnê ew e ku zarok were parastin û li ser bingeha civakê were mezinkirin, ji ber ku civaka li ser vê bingehê neyê perwerdekirin dê çarenûsa wê yan koçberî be yan jî baş negihêje.

Etê anî ziman ku di dirêjahiya şerê li Sûriyê de mafên zarokan hatin binpêkirin, ji wan mafên xwendinê û di warê civakî û çandê de girîngî nedan wan û ev jî ji zarokên sûrî re bûn astengî.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi parastina Rêveberiya Xweser a mafên zarokan kir û got: “Ji me dihat xwestin ku em li herêmên Rêveberiya Xweser qanûnên zarokan ragihînin û li beramber malên wan û civakê maf û erkên wan biparêzin, ji wan xwarin û vexwarin, perwerde û dûrxistina ji şerên çekdarî û perwerdekirina rast û durist. Her wiha wan ji zor û zehmetiyan dûr bixin ji ber ku çavkaniya şaristaniya civakan e.”

Ferîd Etê wiha axaftina xwe dewam kir: “Rêveberiya Xweser bi gelek projeyan piştgiriya zarokan dike, mijul dibe. Ji wan divê jîngeh guncaw be û wan dûrî herêmên xeter bixe, her wiha wan li kolanan nehêlin, ji bo wê divê navendên perwerdekirinê hebin û dewreyên xemrevînê bibînin ji ber ku zarokên li herêmên Sûriyê di dirêjahiya salên derbasbûyî de rastî gelek zor û zehmetiyan hatine.”

Têkildarî temenê zarokan ê dikeve ber qanûnê de Etê ev agahî dan: “Ji dema zarok ji dayik dibe û heta 18 saliyê qanûn li ser tê pêkanîn û li gorî madeyên peymanê nabe zarok di biniya 18 saliyê de bizewice, di heman demê de qanûnekî taybet ê ku temenê zarokên dixebitin diyar dike heye, li gorî wî qanûnî, zarok dikar di 12 salî ye de kar bike lê bi şerta ku saetên kar 4 saetan derbas neke.”

Ferîd Etê anî ziman ku Rêveberiya Xweser li gorî qanûnên navneteweyî yên taybet bi parastina zarokan tev digere û wiha dewam kir: “Ev qanûn nûjen e û mafên zarokan diparêze. Rêveberiya Xweser jî li herêmê mafên zarokan diparêze û wan li navend û dibistanan pewerde dike û rê li pêşiya diyardeya parsekiyê digire.”

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê di dawiyê de got: “Di çarçoveya sîstemên Rêveberiyên Sivîl û Demokratîk de nivîsgehên parastina mafên zarokan dikin hene û li giliyên taybet bi destdirêjiyê û zextên cesedî û derûnî yên li dijî zarokên li herêmê guhdarî dikin.”

Back to top button