ManşêtNûçe

KCK: Dixwazin komployê di nava şert û mercên nû de bidomînin

Divê were dîtin, hewl tê dayin ku komploya navneteweyî ya dikeve sala 21’ê di nava Şerê 3’emîn ê Cîhanê de bê dewamkirin û qira Kurdan bê anîn. Lewma, erkekî dîrokî ye ku têkoşîn bê mezinkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku di ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî re 20 sal derbas bûn û diyar kir, “Ev komplo weke yek ji sûcên herî giran ên li dijî giran cihê xwe li nava dîrokê girt. Yên ku cihê xwe di vê komployê de girtine, bûne hevparê sûcê qirkirinê ku 100 sal in li dijî gelê Kurd tê kirin. Gelê Kurd ku yek ji gelên qedîm ên mirovahiyê ye, wê bi hêza nirxên xwe yên berxwedanê û kraktera xwe ya civakî dîrokî, vê şebekeya sûcê qirkirinê teqez têk bibe. Berxwedana ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komployê hate kirin, wê teqez bi ser bikeve, Rêber Apo û gelê Kurd wê azad bibin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

 ‘Beriya komployê gelekî hate qelskirin

“Bi ruhê berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komploya navneteweyî 20 sal in têkoşîneke mezin tê kirin. Bi vê têkoşînê de komplo ji gelek aliyan ve hatiye pûçkirin. Bi komployê re hate xwestin ku bi dîlgirtina Rêber Apo re Tevgera Azadiyê ya Kurd were tasfiyekirin, lê encamên berevajî vê derketin holê. Nêrîn û hêza siyasî ya Rêber Apo mezintir bû û Tevgera Azadiyê jî her bi pêş ve çû. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li ser xeta Rêber Apo bê navber dewam dike. Têkiliya navbera Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd xurtir bû, di têkiliya navbera komplogeran de pirsgirêkên girîng derketin holê; bereya komploya navneteweyî gelekî hate qelskirin.

Piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn li Kurdan komployeke navneteweyî hate kirin. Di berdêla qirkirina Kurdan de Mûsil û Kerkûk ji Iraqa di kontrola Îngilîstanê de bû hate hiştin. Ji ber vê yekê, hêzên navneteweyî sed sal in çavên xwe li qirkirina Kurdan a li Bakurê Kurdistanê bi destê Tirkiyeyê tê kirin, digirin. Sîstema siyasî ya Rojhilat Navîn a sedsala 20’an li ser qirkirina Kurdan ava kirin. Ji ber vê yekê, hêzên navneteweyî hevparê sûcê qirkirinê ye ku dewleta Tirk pêk tîne. Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo dîl girt, bûye dewama sîstema qirkirinê ya ku destpêka sedsala 20’an hate avakirin.

Bi komploya navneteweyî re xwestin, sîstema ku li ser qirkirina Kurdan li Rojhilata Navîn hate avakirin, were domandin. Lê belê ev sîstem bi têkoşîna Kurdan û Şerê Cîhanê yê 3’emîn ê li Rojhilata Navîn re di asteke girîng de ji hev ketiye. Bereya hêzên komploger ên Rêber Apo dîl girtin, deriziye û parçe dibe. Ev yek ji aliyê gelê Kurd ve hatiye kirin ku 20 sal in bi dayina berdêlên giran têdikoşe û di Şerê Cîhanê yê 3’emîn de pêngava demokrasî û azadiyê bi rê ve dibin.

Dixwazin komployê di nava şert û mercên nû de bidomînin

Di serî de dewleta Tirk, hêzên dijminê Tevgera Azadiyê û yên polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin, dixwazin sîstema Rojhilata Navîn a li ser qirkirina Kurdan hatiye avakirin, jinûve ava bikin. Lewma dewleta Tirk hewl dide sîstema qirkirina Kurdan li cîhanê tev ferz bike. Dewleta Tirk ku piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn Mûsil û Kerkûk radest kir û xwest Kurdan qir bike, niha jî di oxira qirkirina Kurdan de Tirkiyeyê pêşkêş dike, bi rengekî herî qirêj û gemarî hevkariyê dike. Komploya ku li ser vê bingehê sala 1999’an li dijî Rêber Apo hate kirin, bi hedefkirina rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd re dixwazin bibin serî. Biryara DYE’yê ya ji bo tasfkirina rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, desteka ji bo polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya ji bo qirkirina Kurdan e, teşwîqa ji bo êrîşa li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Ev biryara ku li dijî rêveberiya Tevgera Azadiyê hate derxistin, dema ku mirov li gel tecrîdkirina Rêber Apo dinirxînin, dibînin ku hewl tê dayin komploya navneteweyî ya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatiye kirin, di nava şert û mercên nû de bê domandin.

Her wiha Di daxuyaniya KCK’ê de hatiye gotin: Dê Tevgera azadiyê dest bi pêngava berxwedanê kiriye ta tecrîdê rakin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’

Her wiha KCK’ê bala kişand ser bêngava berxwedanê  ya ku  Leyla Guven dest pêkiriye  KCK’ê wiha ev berxwedanî binavkir: “greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir ya Leyla Guven, bû pêşenga xwezayî ya vê pêngavê. Bi ruhê kûr ê welatparêziyê û berpirsyariya rêbertiya gel, wateya dîrokî ya têkoşîna li dijî tecrîdê dîtiye. Leyla Guven ji ber ku karakterê pêvajoyê baş fêhm kir, nîşan da ku bûye xwedî karakter rêbereke xurt a gel”.

Her wiha Di daxuyaniya KCK’ê de hatiye gotin :”Divê were dîtin, hewl tê dayin ku komploya navneteweyî ya dikeve sala 21’ê di nava Şerê 3. ê Cîhanê de bê dewamkirin û qira Kurdan bê anîn. Lewma, wezîfeyeke dîrokî ye ku têkoşîn bê mezinkirin.

Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurd de em ji serdemeke dijwar û pir girîng derbas dibin. Di vê serdemê de têkbirina dijmin û bidestxistina azadiyê bi berdêlan pêkan e. Ev 40 sal in seraqet geşbûna têkoşînê bi deh hezaran şehîd, bi sed hezaran girtiyan çêbûye. Şehîdên me têkoşînê li ser piyan dihêlin û geş dikin. Heta ku têkoşîna azadiyê were biserxistin bi vê hişmendî û giyanê fedaî wê berxwedanî hebe.

daxuyaniya KCK’ê  wiha bi van axavtinan bi dawî di; ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ em careke din sond dixwin ku tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin.”

Back to top button